'Kongreya Neteweyî ya Kurd wê bibe bersiva li êrişan' -III

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û êrişên dewleta Tirk axivîn û destnîşan kirin ku şert e li dijî êrişan kongreya neteweyî bê lidarxistin.

Di beşa dawî ya dosyaya me ya li ser karên yekîtiya neteweyî de Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivîn.

Aştî û Ozturk hem hîmên bingehîn ên yekîtiya neteweyî hem jî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxandin.

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi temamî dagirkerî ye û anî ziman ku Bahçelî û Erdogan êrişên xwe yên dagirkeriyê înkar nakin.

Ozturk bi bîr xist ku ev êrişên dagirkeriyê ne tenê li Başûr her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî tên kirin û destnîşan kir ku pêwîste Kurd li dijî vê yekê bi rengekî topyekûn tevbigerin.

HIŞMENDIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Ozturk diyar kir ku li dijî êrişên li çar parçeyên Kurdistanê tên kirin, yek ji karên herî girîng hewldanên ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e û wiha dewam kir:

"Xaka ku hatiye dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Divê bê dîtin ku êrişên heyî ne tenê li dijî saziyekê yan jî partiyekê ye. Êriş li hemberî tevahiya gelê Kurd û hebûna Kurdan tên kirin. Lewma pêwîstî bi hişmendî û yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye. Ji ber vê yekê divê li dijî van êrişên li ser Kurdan em bersiveke hevpar bidin.Lewma kongreya neteweyî şert e. Dibe ku kongre yekser nikaribe pêk were, lê belê girîng e ku nêt û hişmendiya ji bo vê armancê hebe."

Berdan Ozturk destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan nayê wateya yekîtiya partiyan an jî saziyên civakî yên sivîl û got, "Em qala yekîtiya çandî, civakî û siyasî ya gelê Kurd dikin. Bêguman kesayet, partî yan jî nûnertiyên cuda wê pêşengiyê ji vê re bikin. Ji xwe bi salan e em ji bo vê hewl didin. Tifaqa ku me destpêkê ji bo hilbijartinê pêk anîn, bi demê re veguherî tifaqeke mayinde. Bêguman ji bo pêşveçûna vê tifaqê hewldanên me hene. Modela yekîtiyê ku me danîne pêşiya xwe, ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê ye, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî bi salan e em bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re rûdinên, hevdîtinan dikin. Lê belê dema dawî ti hevdîtina me çênebû."

HETA KU KONGRE PÊK NEYÊ, ÊRÎŞ RANAWESTIN

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî jî di destpêkê de destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Aştî anî ziman ku mirovên xwedî wijdan û exlaq, êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û wiha dewam kir:

"Ji ber netifaqiya partiyên Kurdan, îro hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dagirkerî heye. Heta ku tifaq pêk neyê, wê dawî li vê dagirkeriyê jî neyê. Heta ku tifaqek yan jî kongreyeke Kurdistanî neyê lidarxistin, ev dagirkerî wê bi dawî nebe."

'JI BO WAN KURD HEMÛ DIJMIN E'

Aştî diyar kir ku Tifaqa Kurdistanî ya Neteweyî, êrişên dijmin ên li ser hemû parçeyên Kurdistanê rewa nabîne û di dawiya axaftina xwe de got, "Ji ber ku ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e. Lewma roleke mezin dikeve ser milê tifaqa me û siyaseta Kurdan. Divê em wê rastiyê bibînin ku dijminên Kurdan di dîrokê de cudahî nexistiye nava Kurdan; ji bo wan Kurd hemû dijmin e. Lewma divê bê dîtin ku 'zilma îro li te tê kirin wê sibe li min bê kirin' û bêyî cudahiyê divê li her parçeyî li ber neheqiyê rabin û bi derfetên heyî nerazîbûn bê nîşandan. Yanî êrişa li dijî parçeyê A yan jî rêxistinbûna A êrişa li dijî Kurdan hemûyan e, divê bi vî rengî bê dîtin û nerazîbûn jî li gorî vê bê nîşandan. Yanî hişmendiya neteweyî nebe nabe."

ANF | Li gorî Partiya Mirov û Azadiyê pîvanên yekîtiya neteweyî... (anfkurdi.com)

ANF | Xewn û xeyala Kurdan: Yekîtiya Neteweyî -I (anfkurdi.com)