Li gorî Partiya Mirov û Azadiyê pîvanên yekîtiya neteweyî...

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya li ser bingeha teorîk a tifaqa neteweyî axivî û got, "Tifaq û yekîtiya neteweyî divê weke pastayên bazirganiyê neyên dîtin."

Dema ku atmosfera siyasî û civakî ya Kurdan bê nirxandin, wê bê dîtin ku yekîtiya neteweyî nebe nabe. Bi taybetî êrişên dewleta Tirk ên li çar aliyên Kurdistanê hişmendî û pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî bi rengekî eşkere radixin pêş çavan. Salên dawî li Bakurê Kurdistanê ji bo yekîtiyê gavên girîng tên avêtin. Fraksiyonên siyasî yên li bakur li dora armancên diyarkirî li hev civiyan. Di dawiya dawî de jî li ser tifaqeke stratejîk biryar dan.

Yek ji partiyên ku para xwe di biryara navborî de heye Partiya Mirov û Azadiyê ye. Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Ahmed Kaya li ser bingeha teorîk a yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji ANF'ê re axivî.

Kaya destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ji pêwîstiyê bêhtir jiyanî ye û diyar kir ku Kurd neçar in bi hev re biryarê bidin û bi hevkarî van biryaran bixin meriyetê. Kaya anî ziman, di vê demê de hem ji bo pêwîstiyên navxweyî hem jî li dijî êrişên ji derve divê bi mantiqê mayinde yekîtî bê afirandin.

PÊKHATE DIVÊ BI HEV PIŞTRAST BIN

Kaya diyar kir, bingeha siyasî ya Kurdan divê bi hev piştrast bin û wiha dewam kir, "Bingeha muxafazakaran a Kurd bi fikar in ku di nava bingeha çepgir de ku rêjeya herî zêde ew in, bi têrkerî nikarin bên temsîlkirin. Yanî eger gotin di cih de be, bi fikar in ku di nava wan de nasnameya wan bihele, wê neçar bimînin timî tawîzan bidin û nikarin xwe temsîl bikin. Ji ber ku di rejîma komarê de jî heman pirsgirêkê rû da. Dema ku şoreşa Kemalîst pêk hat, zext li oldarên Kurd an jî Tirk hate kirin û mafê wan ê temsîliyetê nehate naskirin. Di rewşa heyî de jî Kurdên muxafazakar hene ku bi heman fikarê ne ku di rêveberiya yekîtiya neteweyî de bikevin heman rewşê. Tirs û fikarên xwe ji xwe re dihêlin ku ji mirovên li derdora xwe re jî nabêjin. Ji ber ku diyalog di asta herî bilind de qut bûye. Her kesên mîna me yên ji taxên cuda hatine, divê vê cesaretê bide her kesî; Divê bê nîqaşkirin ku mekanîzmayeke her kes lê bê temsîlkirin were avakirin."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ MIJAREKE BAZIRGANIYÊ NÎNE

Kaya destnîşan kir ku taybetmendiyên ti neteweyê tekperest nîne û ev nirxandin kir: "Ti netewe ji oleke bi tenê bawer nake. Ji îdeolojiyekê bi tenê nayê. Gelekî cuda û cihêreng e. Lewma rêxistinên ku yekîtiya neteweyî pêk tînin divê bi vê samîmiyetê nêzî hev bibin. Beriya her tiştî di têkiliyê de divê zimanê me çêker be. Divê em kêmasî û şaşitiyên xwe bi ziman û nêteke çêker bînin ziman û bi wêrekî karibin hev rexne bikin. Dema ku me kêmasiyên xwe bilêv kirin jî divê em nêta xwe ya ji bo çareserkirina wê kêmasiyê bînin ziman. Eger ziman û rêbaza me ne çêker be hingî nêta navbera rêxistinan jî wê bibe hinceta lêpirsînê. Wekî din, yekîtî û tifaqa neteweyî divê weke mijareke bazirganiyê neyê dîtin. Li şûna ku mirov bikevin pey para ji wê pasta bazirganiyê, divê armanc ew be ku ew pasta bê mezinkirin."

Kaya got, "Pîvana herî dawî jî ew e ku ti tevgera siyasî xwedî wê potansiyelê nîne ku bi tena serê xwe tevahiya neteweyê temsîl bike. Bêguman bi zext û zordariyê ev pêkan e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku temamiya rengê civakê hatiye nîşandan... Lewma divê her yek ji me hebûna hev weke dest jê nayê berdan bibîne. Divê bê zanîn ku yek nebe wê parçeyên din hemû kêm bimînin. Divê em piştgiriyê bidin aliyê ku lawaz maye. Eger em bala xwe bidin ser van her sê mijaran, hingî tifaqa me wê mayinde bibe."

Sibe: Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û ruhê yekîtiya neteweyî nirxandin.