Xewn û xeyala Kurdan: Yekîtiya Neteweyî -I

Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye. Hewldanên ji bo vê yekê salên dawî zêde bûn. Hin gavên dîrokî hatibin avêtin jî ev xewn û xeyala sed salî ya Kurdan hîn jî li benda pêkhatinê ye.

Hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ku xewn û xeyala Kurdan e, dema dawî li Bakurê Kurdistanê bi rengê tifaqa hilbijartinê dewam dikir. Di 24'ê Cotmeha 2020'î de li Amedê bi daxuyaniyekê ev tifaq veguherî tifaqeke stratejîk a mayinde.

Yekîtiya neteweyî ku yek ji rojeva sereke ya Kurdan e, demeke dirêj di nava partiyên Kurdan de hate nîqaşkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku sala 2007'an ava bû, ji roja ku ava bû û pê ve ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan û xurtkirina vê yekîtiyê ji aliyê stratejîk ve xebitî.

Yek ji armancên avabûna KCD'ê ew bû, ku li ser asta temsîliyeta her beşa civakê, pêkanîna kongreyekê bû. Ji xwe kongre ava bû û ji rêxistinên civakî yên sivîl heta partiyên siyasî, komele û weqfan, ji rêxistinêh hawirdorê heta rêxistinên jin û ciwanan di asta berfireh de bû sîwaneke alternatîf.

Rojeva bingehîn a kongreyê jî civandina li hev a partiyên Kurd û Kurdistanî bû. Bi vê armancê bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re ku xwedî statuyeke fermî ye, bi rêk û pêk hevdîtin kir.

Bi Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, her wiha bi rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin. Ev refleksa hevpar a ji bo komkirina kongreya neteweyî û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi rengekî kolektîf, bi salan dewam kir.

Bi taybetî di navbera salên 2013-2015'an de ev hevdîtin gelekî çêker derbas bûn. Qedandina 'pêvajoya danûstandinan' bi destê AKP'ê, bêguman bandoreke neyînî li vî karê yekîtiya Kurdan jî kir.

GAVA DÎROKÎ

Her çend hevdîtinên bi rayedarên Başûrê Kurdistanê heta astekê dewam dike jî, gavên yekîtiyê yên tevgera siyasî ya Kurdan, ji bo li Bakurê Kurdistanê bê xurtkirin, kar hate kirin.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de bi pêşengiya KCD'ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên din ên Kurdan li hev kom bûn. Pêvajoya ku weke 'Tifaqa hilbijartinê' hate diyarkirin, ji aliyê bingehînî ve tifaqa taktîkî bû. Heta hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê û 24'ê Hezîrana 2018'an, vê tifaqaê dewam kir. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de jî tifaq gihîşt asteke nû û ji pêkhateyên tifaqê namzet ji bo hevserokatiya şaredariyan hate nîşandan. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan tifaqa hilbijartinê weke gaveke dîrokî pênase kiribû.

'DIVÊ GIRANIYA XWE BIDIN SER BERJEWENDIYÊN GEL'

Bi vî rengî tifaqa hilbijartinê ya taktîkî ya li Bakurê Kurdistanê ava bû, xurt bûbû. Her ku ruhê yekîtiyê û tifaqa nava Kurdan xurt dibû, êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdên li Rojava, Başûr û Bakur jî zêde dibûn. Bi taybetî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dibûn sedem ku tifaq hîn bê xurtkirin. Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek di hevpeyvîneke xwe de ya ji bo ANF'ê, têkildarî girîngiya yekîtiya neteweyî ya di dema êrişên dewleta Tirk de wiha digot, "Di nava van şert û mercên êriş û dorpêçkirinê de, partî, rewşenbîr û stratejîstên Kurd divê ne tenê ji bo rojekê, lê ji bo qezençkirina paşerojê, ne bi rengê taktîkî lê bi awayekî stratejîk, ne ji bo berjewendiyên partiyê, lê ji bo berjewendiyên gel tevbigerin. Bi vî rengî pêşî li dorpêçî û êrişan dikare bê girtin."

TIFAQA MAYINDE

Di 24'ê Cotmeha 2020'î de partiyên siyasî yên Kurd ji bo karên yekîtiya neteweyî û êrişên li ser Kurdan binirxînin li Amedê civînek li dar xistin. Di civîna tifaqê de ku ji HDP, KCD, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdan a Demokrat Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirovan (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) û Partiya Azadî pêk dihat, biryara "Mayindekirina Tifaqa Kurdistanî" hate dayin.

BERPIRSYARIYA SIYASÎ Û EXLAQÎ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar hevdîtinên navborî ji du aliyan ve girîng dinirxand: "Em vê tifaqê gelekî hêja dibînin. Ya yekemîn, Kurd xwedî meseleyeke ji bo yekîtiya neteweyî ye. Ji ber ku gef li hebûna neteweyî ya Kurdan tê xwarin, yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan di asta jiyanî de girîng e. Mafên neteweyî yan nayên naskirin, tê înkarkirin, ya jî dest li mafên wan timî tê werdan. Lewma rewşeke rewa ye ku nûnerên siyasî yên gelekî ku gef li maf û hebûna wan a neteweyî tê xwarin li ser xeteke hevpar li hev kom bibin. Berpirsyariya wan e ku di nava xwe de hevkariyê bikin. Bêguman nepêwîst e ku di her mijarê de weke hev bifikirin. Di mijar, pîvan û armancên bingehîn de li pêşberî gelê Kurd xwedî berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ya dîrokî ne."

DEWLETA TIRK BI DAGIRKERIYÊ BERSIV DA TIFAQÊ

Piştî vê daxuyaniya ku Sancar di 24'ê Cotmeha 2020'î de da, rojeva yekane ya çapemeniya Kurd jî bû yekîtiya neteweyî. Ji xwe ev xewn û xeyala mezin a Kurdan êdî dikete meriyetê. Dewleta Tirk jî êrişên xwe zêde kir. Bi taybetî dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê di asteke ku sînoran nas nake meşand û êrişên leşkerî yên li ser sivîlan zêde kir. Ev yek bersivek ji îradeya siyasî bû ku ragihandibû, wan tifaqa xwe ya li Bakur mayinde kirine û wê ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê bixebitin.

Sibe: Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) Ahmet Kaya li ser bingeha teorîk a yekîtiya neteweyî û rê û rêbazên pêşveçûna yekîtiyê axivî.