BI DÎMEN

Li dijî êrişa provokatîf a nijadperestinên Tirk benda 'Kurdan'

Piştî maça Hollanda-Tirkiyeyê komek ji faşîstên Tirk hewl da êrişî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Londonê bike. Ciwanên Kurd li dijî êrişê dest bi xweparastinê kirin. Di bûyerê de du ciwan hatin binçavkirin.

ÊRIŞA LI SER NCDK A LI LONDONÊ

Faşîstên Tirk li Haringeyê ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Londonê lê ye û weke taxa Kurdan tê naskirin, piştî maça Hollanda-Tirkiyeyê hewl dan êrişeke provokatîf bikin. Piştî ku Tirkiye li hemberî Hollandayê bi 2-1 têk çû, nijadperestên Tirk bi alên Tirkan û nîşaneya 'gur' ku sembola 'faşîst' e, xwestin bikevin herêma Haringeyê. Nijadperest û faşîst ketin kolana Green Lane ya Haringeyê ku NCDK lê ye. Ciwanên Kurd li vê derê li dijî provokasyoneke gengaz di nobedê de bûn û nerazîbûneke tund nîşanî êrişa provokatîf dan. Li ser vê helwesta Kurdan, faşîstan dest bi revê kirin. Polîsên Îngilîz ku li hemberî provokasyona nijadperest a faşîstan tedbîr wernegirtin bi gaza îsotê êrişî Kurdan kirin.

Kurdan jî li ser vê yekê dirûşmên 'Bimire faşîzm,', 'Bimire nijadperestî', 'Dewleta Tirk şerm bike', 'Em rê nadin faşîzmê', 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana Kurdan' qîriyan û dest bi çalakiya şermezarkirinê kirin.

Li herêma Green Laneyê bi sedan Kurdistaniyan li hemberî helwesta polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ HELWESTA POLÎSAN

Kurdan bi gearndina govendê û stranan berxwedana xwe dewam kirin. Di vê demê de polîsên Îngiliz 2 ciwanên Kurd binçav kirin. Kurdan li ber vê yekê ber bi stasyona polîsan a Wood Greenê dest bi meşê kirin.

Di meşê de tim û tim dirûşm hatin qîrîn û daxwaza berdana kesên hatin binçavkirin hate kirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin hate berdan, hate ragihandin ku ciwanê din ê Kurd piştî îfadeyê wê bê berdan.

Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ragihandin ku komên faşîst nijadperest bi destê Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Londonê û komeleyên nijadperest ên Tirk ên nêzî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ketin nava provokasyonê.