BI DÎMEN

Li Londrayê danasîna xêzeromana 'Wê Azadî Ser Bikeve' hate kirin

Li Londrayê civîna danasîna xêzeromana bi navê “Wê Azadî Ser Bikeve”’ ya qala jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, hate lidarxistin.

Li Londrayê di çarçoveya kampanyaya “Rojên Azadiya Abdullah Ocalan” de civîna danasîna xêzeromana bi navê “Wê Azadî Ser Bikeve” ya têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

Civîna danasînê ji aliyê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Komîteya Pêngava Azadiya Abdullah Ocan ve li avahiya KCC’ê hate lidarxistin û gelek kes beşdarî danasînê bûn. Nivîskarê xêzeromanê yê xelatgir Sean Michael Wilon û ji Însîyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider beşdarî civîna danasînê bûn.



Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê dest pê kir û axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Seyît Sûrûç ve hate kirin. Sûrûç di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya pêngava ku seranserê cihanê bi armanca azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û got: “Esareta Rêber Apo, esareta gelê Kurd e. Azadiya Rêbertiya me tê wateya azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.”

EM Ê RÊBERTÎ BI NIFŞÊN NÛ JÎ BIDIN NASKIRIN’

Edîtorê projeya pirtûkê û endamê Însîyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider anî ziman ku nifşê nû di xwendina pitûkan de zehmetiyê dikêşin û got: “Me hewl da ku em rêyeke pratîktîr peyda bikin. Me xêzeromaneke fêmbar û xwendina wê hêsan amade kir.” Reimar destnîşan kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke erênî li şoreşa Rojava kiriye û ev tişt got: “Mixabin ku bi awayekî rasterast têkilyek di navbera nifşê nû û Rêber Apo de çênebû. Di salên 90’î de Rêbertî bi awayekî rasterast li ser televîzyonê xîtabî gelê Kurd û cîhanê dikir. Ev xêzeroman bi taybetî Rêbertî û nifşê nû tîne ba hev."

Pişte nivîskarê xêzeromanê Sean Michael Wilson têkildarî pêvajoya amadekirina xêzeromanê pêşkêşiyek kir. Michael Wilson diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ji bo wî gelekî girîng e û got: “Zarokatiya min li Belfastê derbas bû. Eleqeya min a ji bo Rojava û Kurdistanê têkildarî zarokatiya min e. Ji bo ku civak ji vê nexweşiya kapîtalîzmê rizgar bibe, Konfederalîzma Demokratîk mînakeke baş e.”

ZAROKATIYA WÎ DIGUHERE PARADÎGMAYEKÊ’

Wilson têkildarî amadekirina xêzeromanê û teknîkên bi kar anîne agahî dan û anî ziman ku eleqeya mezin a li Kurdistanê a ji bo pirtûkê ew kêfxweş kiriye. Wilson da zanîn ku xêzeroman ji du beşan pêk tê û di beşa yekem de behsa zarokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û di beşa duyem de jî behsa rojava û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk dike û got: “Xêzeroman zêdetir têm bikaranîn. Û ev yek amûreke girîng e ku em xwe bigihînin nifşê nû. Ev roman ji aliyê nîşandana têkoşînê ya bi nivîskî û xêzkirinê ve gelekî girîng bû. Bi rêya vê pirtûkê xwîner dikarin xwe bigihînin zarokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tecrûbeyên zarokatiya Rêbertî, zarokatiya wî ya di nava gelên cuda de û tecrûbeya wî ya li wir vediguhere paradîgma û felsefeyekê û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk bi vî awayî pêş dikeve.”

Wilson da zanîn ku wan nekariye di pirtûkê de cih bidin hemû qonaxên Konfederalîzma Demokratîk û axaftina wiha berdewam kir: “Estellaya karektera sereke ya pirtûkê, di dawiya pirtûkê de hevokeke bi vî rengî bilêv dike. Dibêje; ‘Ji bo me hemûyan birêxistinbûna demokratîk.' Ev jî tê wateya pêşxistina demokrasiyê û ev yek cewhera Konfederalîzma Demokratîk e.”

EZ ŞAGIRTÊ VÊ PIRTÛKÊ ME’

Piştî axaftina Wîlson, civîn derbasî beşa pirs û bersivê bû. Kurdên ku beşdarî civînê bûne, spasiya Mîchael Wîlson kirin. Wîlson diyar kir ku di pêvajoya amadebûna pirtûkê de xwe weke şagirtek dîtiye û got: "Bi vê pirtûkê re min Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir û xwend. Min ramanên Abdullah Ocalan ên mezin nas kir. Ji bo hînbûna hin têkoşînan roman mîna hînkariyek e. Ez ji Rêberê Gelê Kurd gelek tişt hîn bûm. Bûyîna nivîskar di heman demê de şagirtîbûne. Ez şagirtê vê pirtûkê me."

Wîlson gotina Noam Chomsky ya "Pêwîstî bi Rêberên xwedî fikrên baş hene” bi bîr xist û wiha domand: “Abdullah Ocalan ne tenê rêberek baş e. Abdullah Ocalan hem rêberek baş e û hem xwedî ramanên baş e.”

Wîlson ê ku romanê bi navê “Azadî wê bi ser bikeve” ji bo xwînerên xwe îmze kir, anî ziman ku gelê Kurd û Rêberê wan gelekî tişt hînê wî kirine û got: "Ji ber ku we gelekî tişt hînê min kir, spas dikim."

Civîn bi bernameya çandê ya "Em li dora ramanên Rêber Apo bibin yek" dewam kir.

Kesên beşdarî çalakiyê bûne li gel stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya Kurd hatine nivîsandin, govend gerandin.