Heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê

Xebat Turkmen ê piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava tevlî têkoşînê bû, bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelan nîşanî hemû ciwanên Ereb û Tirkmen da ku çawa dikarin xwe ji hêzên desthilatdar û rejîmên zextê rizgar bikin.

XEBAT TURKMEN

Di pêvajoyeke ku hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe nîjadperestiyê zêde kirin û di nava gelan de dijminatiyê çêkirin de, felsefeya Rêber Apo ji bo pêkvejiyana hemû gel û baweriyan bû hêvî. Yek ji kesên ku bawerî bi paradîgmaya Rêber Apo anî û li ser vê bingehê têkoşiya Xebat Turkmen (Mihemed Hinawî) ye. Heval Xebat li Reqayê ji dayik bû. Dayika wî Tirkmen û bavê wî Ereb e. 

Heval Xebat ku bi çand û exlaqa civaka Ereb mezin bû, dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Reqayê kirin bû şahidê hovîtiya ku li dijî gel hate kirin. Xebat Turkmen ji komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê bandor bû û hêrsekî wî yê mezin li hemberî çeteyan çêbû. Malbata wî ji ber ku xwe li hember zextên çeteyan ranegirtin, di sala 2016’an de mala xwe birin gundê Hamam Turkmen ê Girê Spî û bi vî rengî heval Xebat derfeta jiyaneke azad dît. Li vir ji şervanên wêrek û qehreman ên ku bi felsefeya Rêber Apo bêyî tirs li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin, pir bandor dibe. Heval Xebat ê ku hêzên azadiya Rojava nas dike, di heman salê de tevlî refên şoreşê dibe.

Xebat Turkmen ê ku demeke li herêma Girê Spî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya, di vê pêvajoyê de derfet dibîne ku felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb tevlî perwerdeyê dibe û bi perwerdeyên standî têdigihe ku îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo mîsogeriya azadiyê ya hemû gel û jinan e. Ji bo ku zû fêrî jiyana gerîla û çiya bibe, ji dil û can tevlî her xebatê dibe. Heval Xebat ê ku bi kesayeta xwe ya dilnizm û aram tê naskirin, ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih bîne hewldaneke mezin dide. Weke milîtanekî Apoyî her ku xwe di xeta fedayitiyê de perwerde dike, dibe xwedî tevlîbûneke çalaktir. Gerîla Xebat ku her tim xwe ji bo şer amade dike, armanc dike ku li ser hemû bingehên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk serwext be.

DI ÇALAKIYÊN BANDOR DE CIH GIRT

Gerîla Xebat ê ku bi zanatiya xwe ya teknîkî di serkeftina geleke xebatan de dibe xwedî rol, di amadekirina tunelên şer de kedekî mezin dide. Gerîla Xebat ê ku li dijî dewleta Tirk ku ji sala 2022’an ve li rojavayê Zapê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin, li herêma Girê Amediyê tevlî pêvajoya şer bû, ji destpêka şer ve di çalakiyên bibandor de cih digire. Heval Xebat ê ku di kêliyên destpêkê yên êrîşên dewleta Tirk de bi ruhê fedaî mil bi mil bi hevrêyên xwe şehîd Delîl Zagros, şehîd Guven Doza, şehîd Andok Adil û şehîd Ciwan Welat re şer dike, dibe şahidê berxwedana van hevrêyên xwe yên qehreman. Heval Xebat û hevrêyên wî ku planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Zapê vala derxistin, bi her guleya li dijî dijmin dixin, tola hevrêyên xwe yên şehîd hiltînin.

Gerîla Xebat ku bêyî kêliyek jî dudilî bibe bi wêrekiyeke mezin li dijî leşkerên dijmin şer kir, dibîne ku tu ferqa dewleta Tirk ji çeteyên DAÎŞ’ê nîne ku bajaran talan dike û gelan ji komkujiyê derbas dike. Xebat Turkmen ku armac dike heta nefesa xwe ya dawî li dijî hebûna zîhnîyeteke wiha qirker têbikoşe û ala xwişk û biratiya gelan li ba bike, di pêvajoya herî giran ê şer de hêz û biryardariya xwe ji îdeolojiya Rêber Apo digire.

Heval Xebat ê ku 23’ê Adara 2023’an li Zapê ku cihê Zîlan û Egîdan e, li dijî dijmin bi fedayiyane şer kir, heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê nirxên azadiyê û şehîd bû. Şehîd Xebat bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelan nîşanî hemû ciwanên Ereb û Tirkmen da ku çawa dikarin ji hêzên desthilatdar û rejîmên zextê rizgar bibin û wê ji bo kijan armancê canê xwe feda bikin. Şehîd Xebat Turkmen mîrateyeke bi nirx û pîroz hişt dîroka PKK’ê û tevlî karwanên nemiran bû.