Li devera Barzan çalakiyên gerîla

Devera Barzan a li ser sînorê Başûrê Kurdistanê gerîlayan li dijî hewldana leşkerên Tirk a dagirkirinê çalakiyek  lidar xisin. Şerê li herêmê dewam dike.

Li gorî agahiyên Nûçegihanê ANF’ê yên li herêmê, li Girê Botînê yê devera Barzan gerîlayên çalakiyek li dijî leşkerên Tirk lidar xistine.

Hat diyarkirin ku şerê piştî çalakiyê destpê kirî dewam dike. Tevgera hewayî ya li herêmê dewam dike. Têkildarî çalakî û şer heta niha ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihandinbû di çalakiya duh a gerîlayan de 11 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Tê payîn ku têkildarî çalakiya îro sibe daxuyaniyek bê dayîn.