Ji ber teqînekê li Dersimê kesek birîndar bû
Li navçeya Qisle ya Dersimê, li cihekî navbera du gundan teqînek pêk hat. Ji ber teqînê jinek bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Qisle ya Dersimê, li cihekî navbera du gundan teqînek pêk hat. Ji ber teqînê jinek bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Qisle ya Dersimê, Gonul Parlak a 45 salî ku serdana goristana li Gundê Ramazan dikir, saet derdora 18'an li ser rêya gundê Dogantaşê ji ber teqînekê giran birîndar bû.
Gundiyên ku bi dengê teqînê hesiyan bang li tîmên tenduristiyê kirin. Piştî mudaxeleya destpêkê Parlak bi helîkopterê rakirin Xarpêtê.