Li Dêrsimê êrîşên desthilatdariyê hatin protestokirin

Li Dêrsimê êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê hatin protestokirin. Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku desthilatdarî bi şer, nelirêtî û zextê li ser piyan maye.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê der barê êrîşên li dijî hêzên muxalîf û demokrasiyê yên ku zêde dibin de daxuyaniyek da. Parlamenterên HDP'ê Sezaî Temellî, Dêrsim Dag, Alîcan Onlû û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku dirûşmên “Zext wê me netirsîne” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Serokê EMEP'ê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn di daxuyaniyê de axivî û wiha got, “Hemû qedexe; di encama polîtîkayên rêveberiya yek zilamî ya avakirina rejîma faşîst a paşverû de derketiye holê."

Tekîn bal kişand ku nûçeyên qedexeyan ji çar aliyê welêt dewam dikin û wiha got: “Em ji xeynî qedexeyên muzîkê û festîvalan bi qedexeyên siyasetê, qedexekirina mîtîngên partiyan, qedexekirina karên hilberîneran û gelek qedexeyên din re rû bi rû ne. Di merasîma cenazeyê siyasetmedara Kurd û Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan ku ev demeke dirêj e bi penceşêrê re têdikoşe, her kes rewşê dizane.”

‘DESTHILATDARÎ BI ŞER, NELIRÊTÎ Û ZEXTÊ LI SER PIYAN MAYE’

Sezaî Temellî, anî ziman ku li welat di her qada jiyanê de tundî hatiye destpêkirin û got ku, desthilatdarî bi şer, nelirêtî û zextê li ser piyan maye. Temellî da zanîn ku hikûmet hebûna xwe bi mêtingeriyê didomîne û bi vî rengî hewl dide gelan bitirsîne û wiha dewam kir: “Çima ewqas tundî heye? Ji ber ku ditirsin. Û li vir ez bang dikim: Bitirsin. Rojekê hûn ê hesabê tundiya xwe li ber edaletê bidin. Hûn bi vê tirsê şîdetê bikar tînin. Yek ji tirsa we ya herî mezin tundiya li hemberî cenazeyên me ye. Li tu derê cîhanê dijmin jî, wek cenazeyê Aysel Dogan mudaxeleyî cenazeyên hev nakin. Lê belê ev hikûmet êrîşî cenazeyên me jî dike."