Li Dêrsimê dîsa agir bi qadê ket
Şewata li Xozata Dêrsimê di roja 13’an de didome. Li Geliyê Mûnzûrê şewateke din çêbû.
Şewata li Xozata Dêrsimê di roja 13’an de didome. Li Geliyê Mûnzûrê şewateke din çêbû.
Li Geliyê Mûnzûrê li herêma Kaniya Firtina Welî dîsa agir bi qadê ket. Şewat ji ber ba zêdetir dibe. Dûmana ji ber şewatê li her derê xuya dibe.
Şewata li Xozatê hê jî didome. Piştî 13 rojan ji bo tefandina şewatê îro ji hewayê ve mudaxele hate kirin.