Li dayika aştiyê Fatma Tûran 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Dadgeriya Tirk 10 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li dayika aştiyê Fatma Tûran birî, ji ber axaftina wê.
Dadgeriya Tirk 10 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li dayika aştiyê Fatma Tûran birî, ji ber axaftina wê.
Fatma Tûran, ji ber axaftineke xwe ya 17'ê Îlona 2020'î ku di daxuyaniya çapemeniyê de dabû, hate mehkûmkirin.
Rûniştina destpêkê ya dozê li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Colemêrgê pêk hat û Tûran û parêzerên wê tevlî bûn.
Dagdeha Tirk bi îdîa "gel sor kiriye" û "pesnê sûcdar daye" Fatma Tûran sûcdar dît.
Bi van îdîayan 10 meh û 25 roj cezayê girtîgehê li Fatma Tûran hate birîn.