Li Cûdiyê şewat

Di encama topbaran arêtêşa Tirk de li Çiyayê Cûdî şewat derket. Şewata ku derketiye ji navenda Cizîr û Silopyayê jî tê dîtin.

Li Şirnexê di encama topbaran artêşa Tirk a dagirker de li Çiyayê Cûdî şewat derket. Şewata ku li deverên Şax, Hebler, Girê Çolya, Hesana, Aynega û Sorbitmeyê derketî ji navenda Cizîr û Silopiyayê jî tê dîtin. Hat diyarkirin ku ji ber şewatê bi sedan dar şewitîne. Ji ber ku cihê lê şewat derketiye beriya niha ji aliyê walîtiyê ve weke herêmên qedexe hatibû îlankirin, rê nayê dayîn ku gel mudaxele bikin.

Li heman herêmê bi dehan car ji ber topbarana artêşa Tirk û balafirên F-16’an şewat derketibû.