Li Cûdî ketina 3 gundan hat qedexekirin

Dewleta Tirk a dagirker ketina 3 gundên din ên Çiyayê Cûdî qedexe kir.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Çiyayê Cûdî ya li bejahiya Şirnexê dewam dikin. Têketina gundên li Çiyayê Cûdî ku her roj ji navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê sewqiyata leşkerî lê tê kirin, hat qedexekirin.

Ketin û derketina gundên Xinis, Şemga, Sorbitme û Girêçolya yên navçeya Silopiyayê yên li quntara Çiyayê Cûdî di 11'ê Gulanê de hatibû qedexekirin.

Vê carê jî ketin û derketina gundên Serêdehlê, Avgamasya û Şilewêt ên Şirnexê ku quntara din a Çiyayê Cûdî ye, hat qedexekirin. Hate zanîn ku kesên danê sibê xwestin biçin gundên pê hesiyan ku ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin.