Li Cûdî agir bi daristanê ket
Li derdora gundê Şaxê ya Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket.
Li derdora gundê Şaxê ya Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket.
Li derdora gundê Şaxê ya Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket. Ev gund di salên 1990’î de hatibû valakirin. Agahî nehatin bidestxistin ku agir çawa bi daristanê ketiye. Di 18’ê Gulanê de jî agir bi qadê ketibû lê piştî 5 rojan agir jixweber tefiyabû.
Li hemberî Gundikê Melê ya Şirnexê li qada Mila Tilkera jî agir bi qadê ketibû û ev şewat jixweber tefiyabû.