Li Colemêrgê qada Newrozê tijî bû

Gel qada Newrozê ya li Colemêrgê tijî kir. Di pîrozbahiyê de xwedî li berxwedana zindanan derketin û peyama, “Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin” dan.

Li rawestgeha wesayîtan a têketina bajarê Colemêrgê bi tevlîbûna bi hezaran kes Newroz hate pîrozkirin. Gelek kes ji navçe û gundên derdor jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiya ku bi alên HDP’ê hatî xemilandin de li ser hev dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP gel e gel li vir e”, “Jin jiyan azadî” û “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” berz kirin. Qada pîrozbahiyê demek kurt tijî bû. Gelek kes ji derveyî qadê man. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna demokrasiyê hate girtin, parlementer û dayîkên aştiyê agirê Newrozê pêxistin.

Hevseroka Bajêr a Colemêrgê ya HDP’ê Humeyra Armût û hevserokên partiyê yên navçeyan Newroza gel pîroz kirin. Her wiha di pîrozbahiyê de peyama Parlementerê berê yê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî hate xwendin.

KESÊN HATÎN DÎLGIRTIN SILAV KIRIN

Parlementera Mûşê ya HDP’ê Şevîn Coşkûn jî diyar kir ku Newroz li erdnîgariya Kurdan sembola berxwedanê ya li dijî zilmê ye û wiha got, “Newroza 2021’an wê bibe xalek girîng di têkoşîna me ya demokrasî, wekhevî û azadiyê de. Ji ber ku îradeya gelê me tê xespkirin. Bi hezaran silav ji rêhevalên me yên niha di girtîgehan de hatîn dîlgîrtin re.”

‘PÊWÎST E KU EM BERXWEDANA ZINDANAN LI HER DERÊ BELAV BIKIN’

Parlementerê Şirnexê yê HDP’ê Hasan Ozgûneş bal kişand li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatî destpêkirin û wiha bang kir, “Îro tevahiya Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ye. Lê em ê vê tecrîdê hem li ser Tirkiyeyê û hem jî li ser Îmraliyê rakin. Îro greva birçîbûnê ji bo li Tirkiyê edalet û azadî pêk bê didome. Berpirsyartiyek dîrokî dikeve li ser milê me. Em berxwedana wan pîroz dikin. Em rê nadin ku ziyan bigihije rêhevalên me. Ji ber vê sedemê divê em berxwedana li girtîgehan belavî her cihî bikin.”

Piştî axaftinan peyamên pîrozkirina Newrozê yên ku girtiyên li zindanan şandî jî hate xwendin.

Pîrozbahî bi hatina ser dikê ya Koma Çiya û hûnermend Mûrat Demir re bi girtina dîlanê bi dawî bû.