Li Colemêrgê dîsa 25 herêm hatin ‘qedexekirin’

25 herêmên Colemêrgê û navçeyê wê, carekî din ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatin îlankirin.

25 herêmên di nava sînorê navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê li gel navenda Colemêrgê qedexe hate îlankirin. Herêmên ku di navbera 13 heta 27’ê Hezîranê de qedexe li ser hate îlankirin, di nava salekê de bi dehan car hatiye qedexekirin. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê hatiye parvekirin, hate diyarkirin ku li 25 herêmên di keve nava sînorên navçeya Gever, Şemzînan û Çelê li gel navenda bajarê ji 13’ê Hezîranê ji saet 00:00 heta 27’ê Hezîranê weke ‘Herêmên Ewletiya Taybet’ hatine îlankirin.”