Li Colemêrgê 24 herêm hatin qedexekirin

Li 24 herêmên Colemêrg û navçeyên wê bi hinceta “ewlehiyê” ketin û derketin hate qedexe kirin.

Walîtiya Colemêrgê li 24 herêmên navenda Colemêrg û navçeyên Gever, Çelê, Şemzînan û Derelokê ji bo 15 rojan bi hinceta “ewlehiyê” ketin û derketin hate qedexe kir.

Herêmên ku hatine qedexekirin wiha ne; Kolyurek, Mehendi, Kuçe, Sîpendere, Beyaz, baregeha Otûlûca, Baştepe, Girê Keşe , Erdagi-Dîkenlî, Girê Kîlîle , Girê Cermîl , mewkiya Ganîzark, Girê Bulharî , Bûsîndî, Girê Mezkan, Kavaklı, Meydanbelek, Girê Ganîzark, Girê Kovan, Katrankele, Gundê Geçîmlî, Gundê Ceylanli, Girê  Fak.