Li Colemêrg, Hatay û Dîlokê 3 kes hatin destgîrkirin

Li Colemêrg, Hatay û Dîlokê di operasyonên qirkirinê yên siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP-MHP’ê ya ku ji ber tirsa windakirina desthilatdariya xwe êrîşên xwe zêdetir kiriye, operasyonên qirkirina siyasî yên li ser gelê Kurd didomîne.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Hevserokê HDP’ê Husnu Beşer hate destgîrkirin. Beşer li mala xwe ya li Taxa Gongorê hate destgîrkirin û Gongor birin Gerînendetiya Emniyetê.

HATAY

Alî Çahan ê ku rojek berê li Îskenderûna Hatayê hatibû binçavkirin bi hinceta ku di sala 2014’an de daxuyaniya KCK’ê û wêneyê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hatibû qetilkirin li ser medyaya civakî par ve kiriye, bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye hate girtin.

Çahan birin Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderûnê

DÎLOK

Xwendekarê Zanîngehê Bariş Polat ê ku belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bû ya ku hatibû xespkirin, li Dîlokê li otogarê hate destgîrkirin. Polat dema dixwest biçe Ûşakê ba malbata xwe ji otobusê hate daxistin û hate binçavkirin. Piştî kontrola tendirustiyê Polat birin Gerînendetiya Emniyetê.