Li Colemêrgê dest li 50 hezar dengî tê werdan

Li Colemêrgê guhertina cihê dengdanê wê bandorê li yek ji sê dengdêran bike. Sindoqên dengdanê wê ji cihên ku 70 ji sedî deng ji HDP'ê re hatibû dayin bên rakirin û li herêmên cerdevanan bên bicihkirin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana Walîtiya Tirk a li Colemêrgê qebûl kir. Li gorî vê serlêdanê, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê sindoqên dengdanê yên li 134 gund û taxan li 38 cihên din werin bicihkirin. Ji 150 hezar dengdêrên li navenda Colemêrgê, navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê qeydkirî ne, yek ji sê parên wan wê neçar bimînin ku li cihekî din dengê xwe bidin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de nêzî 90 ji sedî yê dengan bi dest xistibû, bûbû partiya yekemîn û 3 parlamenter derxistibû. Tê payin ku HDP di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de jî encameke bi heman rengî bi dest bixe. Lê belê li gund û taxên ku HDP lê gelekî xurt e, rejîma AKP wê sindoqan bi hinceta 'ewlekariyê' bibe gundên cerdevanan. Ev yek wê bandorê li zêdeyî 50 hezar dengdêrî bike.

AKP JI VÎNA GEL DITIRSE

Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Suleyman Kanat destnîşan kir ku AKP ji vîna gelê Colemêrgê ditirse û got, gelê Colemêrgê wê derseke mezin bide AKP'ê. Kanat diyar kir, YSK û AKP hewl didin nehêlin ku gel dengê xwe bide.

Kanat bi bîr xist ku YSK'ê sindoqên li Geverê bi taybetî dibe herêma Darayê û destnîşan kir ku ev ne ya qebûlkirinê ye. Kanat got, "Bi zanebûn dibin herêma Darayê. Li herêma Darayê malbatên ku dijminê hev in, hene. YSK dixwazde dengdêr dengê xwe nedin. Wekî din, li gelemperiya Colemêrgê wê sindoq li gundên cerdevanan bên bicihkirin. Tevî hemû astengiyan jî gelê me wê biçe cihê dengdanê û dengê xwe bide. Gelê me wê mîna wezîfedarên li ber sindoqan xwedî li sindoqan derkeve."