Li Cizîrê tevî ‘qedexeyê’ jî ji bo Kurdî hatin ba hev

Bi sedan kes tevî qedexeya mîtînga li Cizîrê, li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê hatin ba hev û xwedî li Kurdî derketin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, 22’yê Sibatê di çarçoveya kampanya îmzeyan a bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî hatibû destpêkirin, îro li navçeya Cizîr a Şirnexê xwestin mîtîngek bikin. Mîtîng bi hinceta koranayê hate astengkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokatîk (DBP) Salha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê  Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Serokê Tora Ziman û Çanda Kurdî Şerefxan Cizîrî, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevserokên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û Amedê jî di nav de gelek kes, li pêşiya avahiya HDP’ê ya Cizîrê kom bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji aliyê girseyê ve bi coş hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê jin û mêrên ku bi cil û bergên netewî xwe pêçayîn li baxçeyê pêşiya avahiyê li ber muzîkê govend gerandin.

Piştre jî rê nehate dayîn meşa ku wê heta Parka Birca Belek ku wê mîtîng lê bê kirin. Li ser vê gel li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyaê daxuyanî dan.

Li vir pankarta bi nivîsa ‘Bila zimanê Kurdî li Tirkiye bibe zimanê fermî û Perwerdehiyê’ hate vekirin û ewilê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî axivî, qedexe şermezar kir û silav da girseyê.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî axivî û diyar kir ku yek ji hedefa wan a esasî ew e ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî bibe. Cizîrî got: “Dema Kurdî bû zimanê fermî yê perwerdehiyê wê demê wê di qanûna de cih bigire, siberoja wê hebe. Wê li şaredar, nexweşxane û hemû sazî û dezgehên fermî Kurdî bê axaftin. Me ev yek ji bo her kesê gotiye. Zimanê dayikê heqekî me ye, hebûn û nasnameya me ye.”

Cizîrî wiha domand: “Yê zimanê me qebûl neke, hebûna me jî qebûl nake. Dema ku zimanê me qebûl kirin, divê hebûna Kurdan jî qebûl bike. Bi vê armancê em ketine ser rê, ji bo zimanê dayikê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê xebatên me didomin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku her demê serê gelê Cizîrê bilind e û wiha pêde çû: “Cizîr bi ziman û nasnameya xwe çavkaniya rûmetê ye. Gelê me divê li kolan û taxan bi zimanê xwe baxivin. Em jî ji bo ziman bibin destek. Xwedî li vê mîtîng û çalakiyê derkevin. Yên mîtîng qedexekirin jî şermezar dikim.”

Hevseoka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku gelê Cizîrê bi salan e ji bo hemûn, ziman û siberoja xwe têkoşînê dike û got: “Bi salan e ku dixwazin zimanê Cizîra Botan qedexe bikin, tevî hemû zextan jî zimanê gelê Cizîra Botan heta îro hatiye. Spasiya gelê Cizîra Botan dikim.”

Aydenîz wiha domand: “Çawa ku heta niha gelê Cizîra Botanê xwedî li xwe derketiye, wê ji niha û şûnde jî xwedî li gelê Kurdistanê derkeve. Gelê Kurd çawa ji bo ziman û hebûna xwe gav bi şûn ve neavêtiye, wê ji niha û şûn ve jî neavête. Bang li Cizîra Botan dikim; bi mirin, tinehesibandin û qedexeyan gelê Kurd û zimanê wê naqede. Divê hebûna gelê Kurd bê nasîn. Heta bê nasîn jî wê têkoşîna me bidome. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Em ê heta ev yek pêk bê kampanya îmzeyan bidomînin.”

Piştî axaftinan û şûnde bi sedan kesî bi yek dengî dirûşma ‘Bê ziman jiyan nabe’ qîr kirin.