Li Cizîrê qirkirina siyasî: 9 kes hatin destgîrkirin
Li Cizîrê di operasyonên qirkina siyasî de 9 kes hatin destgîrkirin.
Li Cizîrê di operasyonên qirkina siyasî de 9 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina gelek malan de 9 kes hatin destgîrkirin. Leşkerên Tirk bi wesayîtên zirxî taxa Yafes dorpêç kirin û bi saetan li nava malên taxê geriyan.
Di operasyonê de Zeynep Ecer, Çîmen Ecer, Azad Bayram, Sadik Bayar, Ferhat Sîrkecî, Sedîn Bozkurt, Saît Yaşar, Taybet Asîkar û Şukru Elçî hatin destgîrkirin.
Kesên ku hatin destgîrkirin birin Emniyeta Şirnexê.