Li çiyayên Botanê gerîlayekî Tirkmen

Haydar Erdogan di nav malbateke Tirkmen de ji dayik bû û tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Ji xebatên avakirina civakî kete zindanan û ji wir jî berê xwe da çiyayên Botanê.

Tê bawerkirin ku agirê azadiyê ya ku PKK’ê li dinyayê belav kiriye, agirê azadiyê ye ku ji dilê şehîdan ber bi abadîniyê ve tê belavkirin û wisa tê qalkirin. Ev agirekî wisa ye ku her kesên di dilê wan de agirê azadiyê hene, dûr an jî nêzik dibihîzin û hîs dikin. Bi bihîstina banga azadiyê ya ji dilê şehîdan tê belavkirin, meşa ber bi azadiyê dest pê dike. Ne girîng e ku ji kîjan gelî û baweriyê yî. Dilê mirov tijî evîn be bes e. Yek ji wan mêrxasên ku banga azadiyê di dilê xwe de hîs dikir û wekî bayekî azadiyê li qadên têkoşînê têkoşiya Haydar Erdogan ê ku bi navê xwe yê di nav şoreşê de Pîr Alî Dêrsim bû.

Di sala 1978’an de li Besniya Semsûrê di nav malbateke Tirkmen a kedkar û hejar ji dayik bû. Zaroktî û ciwaniya wî li ber peravên Firatê ya ku bêhna Mezopotamyayê giran giran ber bi Mezopotamyayê ve dibir, derbas bû. Di zaroktî de bavê wî kete zindanê û gelek salan di girtîgehê de ma, ji ber vê ew bi dayika xwe ve hate girêdan. Wî têgehên jiyana rast û hevaltiya rast a ku bi çanda dayiktiyê teşe girtiye û piştre wê PKK’ê nas bike, cara pêşîn li cem dayika xwe hîn bû. Ji bo alîkariya malbata xwe, di ciwantiya xwe de xebitî.

Di ciwaniya xwe de pirtûkên li ser pêşengên şoreşa Tirkiyeyê xwend. Li hemberî pergalê nakokiyên wî hebûn. Wisa fikr û derdorên şoreşger nas kir. Di encama lêgerînên xwe de PKK nas kir. Wekî ciwanekî Tirkmen wî rizgarî di nav PKK’ê de dît û di sala 2001’an de tevlî nav xebatên siyasî bû. Wî ji malbata xwe re ya ku xerîbên Tevgera Azadiyê ya Kurdan bûn kir, wî qala girîngiya têkoşînê kir û malbata xwe anî pozîsyona ku piştgiriyê didin wê. Dema ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwe kûr kir, pêdivî pê dît ku bêtir çalak bibe.

SALÊN TEVLÊBÛN Û ZINDANÊ

Li qada Tirkiyeyê di sala 2008’an de perwerde bû û biryar da ku tam tev lê bibe. Êdî ew kadroyekî PKK’ê bû. Di destpêkê de tevlî nav xebatên qada civakî bû, wî civaka Kurdan ji nêz ve nas kir û rastiya gel dît. Qasî du salan di nav xebatên propagandayê de têkoşiya. Ji ber îfadeyeke li ser wî hate dayîn, bi hinceta ‘xebata tevlêbûna gerîla’ dimeşîne di sala 2010’an de hate girtin. Piştî dîlbûna 5 salan di warê îdeolojîk de xwe kûr kir. Hesreta wî ev bû xwe bigihîne çiyayan.

JI BO ÇÛNA ÇIYA ISRAR KIR

Piştî ku ji girtîgehê derket, demekê di nav xebatên civakî de ma û ji ber israrên xwe derket çiyê. Piştî ku hate nav qadên gerîla, navê ‘Pîr Alî Dêrsim’ stend. Ew di 3’ê Nîsana 2016’an de hate çiyê. Rojek beriya rojbûna Abdullah Ocalan wî ev tişt gotibû ‘Di 3’ê Nîsanê de êvarî ez gihiştim çiyayan û sibehê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê hebû. Vî tiştî hestiyariyeke mezin bi min re çêkir. Kêfxweşiya ku piştî salan ez xwe bigihînim çiyayan bi coşa 4’ê Nîsanê re bû yek.”

WATEYA GERÎLABÛNÊ

Pîr Alî Dêrsim wisa qala jiyana gerîla dikir “Me li vir pîvan û rêgezên jiyana azad dît. Di nav vê jiyana azad de me dît ku jiyana berê çiqasî koletî ye, çiqasî nayê qebûlkirin. Jiyana ku em lê digerin û jê re hesret in li çiyayên Kurdistanê ye. Divê hemû kesên li jiyana azad digerin, berê xwe bidin çiyayan û bizanibin tişta ku lê digerin li vir e. Jiyan êdî bi tenê di warê dîtbarî de maye. Em li bajaran bi tenê rolên ku ji bo me hatine diyarkirin dilîzin, kes bi îradeya xwe ya azad najî. Piştî ku werin çiyayên azad dikarin vî tiştî fêm bikin.

MIN HÊZA XWE DÎT

Dema ku ez hatim çiyayan ez diketim fikara ku gelo di vî temenî de ez ê karibim jiyana gerîla ragirim û bi ser bikevim. Dema ez bûm gerîla min hêz û potansiyela xwe dît û min ev tişt wekî mûcîze nirxand. Wekî ku heval şehîd Derwêş jî got, ev ne hêza min e ev hêza partiyê ye. Dema ku mirov xwe ji partiyê re veke, bi dilsozî nêzî partiyê bibî, hêzeke mezin werdigire. Min ev tişt dît.

LI ÇIYAYÊN BOTANÊ ŞEHÎD BÛ

Dema ku hate çiyayan 38 salî bû. Di nava demeke kurt de bû gerîla û pispor.  Wî jiya û dît ku raza serkeftin û ciwaniyê, di partîbûn û gerîlabûnê de ye. Piştî salekê vê carê wekî şervanekî berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Li çiyayên Botanê wekî gerîlayekî Tirkmen şer kir. Dema ku şer kir bala xwe da ser armanca xwe û agirê azadiyê gur kir. Wekî fedaiyekî li ser peyva xwe, heta fîşeka xwe ya dawîn şer kir. Di 8’ê Îlona 2017’an de li qada Gabarê tevî sê hevalên xwe di şerekî li dijî artêşa Tirk de şehîd bû.