'Li çeperên berxwedanê yên Xakurkê şervanên Bêrîtan hene'

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrîşên artêşa Tirk li Xakurkê şerê îradeyê dikin gotin, "Li çeperên berxwedanê yên Xakurkê şervanên Bêrîtan hene."

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her devera Kurdistanê gerîla li ber xwe didin. Ji Bradostê heta Şemzînanê gerîlayên YJA Starê li refên herî pêş ên qada şer in. Gerîlayên YJA Starê yên li herêma Xakurkê ne, mîrateya şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û artêşbûna jinê nirxandin. Gerîlayên YJA Starê bersiv dan pirsên ANF'ê û destnîşan kirin ku herêma Xakurkê ji aliyê leşkerî û manewî ve ji bo wan gelekî girîng e.

Artêşbûna Jinê li herêma Xakurkê bi şehîd Bêrîtan dest pê kir. Weke şervaneke artêşa YJA Starê herêma Xakurkê ji bo we tê çi wateyê?

ROZERÎN ŞEMZÎNAN: Artêşa me ku li herêma Xakurkê bi pêşengiya Bêrîtan ava bû, îro bi berxwedaneke ku hêjayî mîrateya wê ye, dewam dike. Weke gerîlayên YJA Starê dema em tên vê herêmê em hîn bêhtir şehîd Bêrîtan dibînin û nas dikin. Mîrateya ku li dû xwe hiştiye, coş û kelecanê dixe dilê her kesî. Xakurkê ew herêm e ku mirov bi rengekî vekirî pê dihesin ku bi Bêrîtanan re dimeşin.

Dijmin niha bi hemû hêza xwe êrîş dike, lê li hemberî xwe jinên bi ruhê Bêrîtanan şer dike, dibîne. Lewma neçar e ku têk biçe. Ruhê berxwedanê yê bi Bêrîtanan dest pê kir û bi Axînan dewam kir, mezin dibe. Ev mîrate belav dibe. Hemû hevalên niha li çeperên şer in, bi ruhê Bêrîtanan şer dikin. Li Xakurkê ji nû ve şerekî mezin ê îradeyê tê kirin. Li çeperên berxwedanê yên Xakurkê şervanên Bêrîtan hene. Em di kenê li ser rûyê hevalên li çeperên şer bedewiya Bêrîtan dibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tespîteke xwe de dibêje 'mirovên şer dikin azad dibin, mirovên azad dibin bedew dibin, mirovên bedew dibin tên hezkirin'. Weke gerîlayên jin hûn vê yekê çawa dinirxînin?

ROZERÎN ŞEMZÎNAN: Bedewiya ku Rêberê me di vê tespîtê de işaretê pê dike, bedewiya fîzîkî nîne. Mirovên ji aliyê fikir ve bedew dibin, bi rengê fîzîkî jî bedew dibin. Bedewiya ji aliyê bîrdozî û şer ve, şer gelekî balkêş dike. Bedewî azadî ye, yên azad dibin bedew dibin. Mirovên xwedî nêrîneke azad, bedew dibe. Lewma weke gerîlayên YJA Starê em şer dikin, azad dibin û bedew dibin.

Şer û azadî xweş li jinan tên. Jinên ku ji bo azadiya xwe şer dikin, timî tên hezkirin. Niha hemû jinên Kurd bedewiyê ji Bêrîtan hîn dibin. Jinên ku li zinaran azad dibin, tirsa herî mezin a dilê dijmin in. Bêyî ku dersê ji dîrokê dersînin dîsa êrîşî herêma Xakurkê kirin. Lê belê derketina ji Xakurkê wê ne hêsan be.

Bi taybetî jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azad. Sedema vê yekê çi ye?

ARTJÎN NISÊBÎN: Civakîbûn bi destê jinan û ciwanan ava bûye. Yên ku civakê bi enerjiya xwe bi rê ve dibin ew in. Ji ber vê yekê daxwaza wan a azadiyê xurt e. Jin lêgerîna xwe ya azadiyê li nava PKK'ê li çiyayên azad dibînin. Di nava YJA Starê de dibînin. Artêşbûneke wiha ya jinê yekemcar di nava PKK'ê de derkete holê. YJA Star garantiya azadiya jinê ye. Ji xwe xwezaya jinê ku sînoran nas nakin, vê yekê temsîl dike. PKK xwedî ruheyî ciwan e. Dirûşma me ya bi navê 'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bixînin' ji ber vê yekê ye.

Ji ber ku cewhera tevgera me bi vî rengî ye, em bi ciwantî şer dikin û bi ciwantî bi ser dixînin. Xakurkê bi xwezaya xwe cihekî gelekî nêzî jinê ye. Wateya Xarkurkê bihuşt e. Wateyeke xwe ya din jî qada jinê ye, warê jinê ye. Tevî van hemûyan cih û warê şehîd Bêrîtan e. Dema mirov bala xwe didin ser Xakurkê, mirov jinên xurt ên kelecanî dibînin. Jin li ser şopa Bêrîtan dibin artêş.