Li Bradostê teqîn, li Şemzînanê jî gerîlayan li qereqolê dan

Li girê Kevorke yê herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê li cihê ku leşkerên Tirk lê bû teqînek çêbû û herî kêm leşkerek mir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, şeva Yekşema borî li girê Kevorke yê herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê li cihê hêzên Tirk ên dagirker lê hene,teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de leşkerek miriye û gelek leşker jî birîndar bûne.

Heman rojê di saetên şevê de gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Seraro ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin, têkildarî encamên çalakiyê agahiyên zelal nehate bidestxistin.

Bi heman çalakiyê re gerîlayan wesayîteke leşkerî kir hedef. Hat zanîn di vê çalakiyê de kuştî û birîndar hene. Hate ragihandin ku piştî çalakiyê leşkerên Tirk bi ser navenda bajarê Şemzînanê de girt û bi rêk û pêk gule li malan barand, di encama gulebaranê de zarokeke 15 salî birîndar bû. Têkildarî êrîşa dewleta Tirk agahiyên zêdetir nehate bidestxistin.