Li Bradostê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê didomin. Hêzên gerîla li dijî êrîşên dagirker gelek çalakî kirin û di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên kanên xwecih duh nîvro gerîlayên HPG’ê li bi çekên giran bi ser girê Çiyadêlê girtin, ku gir li herêma Bradostê li bajarokê Sîdekan a Hewlêrê ye. Tê gotin ku di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Kanên xwecihî gotin, piştî çalakiya gerîla helîkopteran xwe li herêmê danîne û rabûne û bi vî rengî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirine.

Tê payin ku HPG çend saetên pêş de derbarê çalakiyê daxuyaniyê bide.

Duh jî li girê Lêlikan ê herêma Bradostê çalakiyek hatibû kirin û 4 leşker hatibûn kuştin, 5 jî birîndar bûbûn.