Li Bismilê wê xizmetên şaredariyê li kon were dayîn
Piştî ku avahiya şaredariyê ji aliyê qeyûm re dane Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê, avahiya midûriyetê ku ji bo şaredariyê hatibû veqetandin dest bi hilweşandina wê hate kirin.
Piştî ku avahiya şaredariyê ji aliyê qeyûm re dane Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê, avahiya midûriyetê ku ji bo şaredariyê hatibû veqetandin dest bi hilweşandina wê hate kirin.
Piştî ku qeyûm avahiya Şaredariya Bismilê da Midûryeta Emniyetê ya navçeyê, dest bi hilweşandina avahiya midûriyetê hate kirin. Li avahiya ku bi makîneyên tê hilweşandin dihat payîn ku Şaredariya Bismilê xebatên xwe bimeşîne.
Şaredariya Bismilê ku avahiya wê tune ye wê xebatên xwe li konê ku vedin bi rê ve bibe.