Li Bismilê 14 HDP’yî û DBP’yî hatin destgîrkirin
Li Bismîlê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 14 kes hatin destgîrkirin.
Li Bismîlê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 14 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Bismîla Amedê, polîsan hemwext bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinê de rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de herî kêm 14 kes hatin destgîrkirin.
Navê 14 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn wihane: Nesîbe Ûygûn, Kerem Amaç, Gulşen Çalin, Yeşîm Yilmaz, Omer Gokalp, Halît Sevîm, Mustafa Baz, Yasîn Karabûlût, Edîp Orûç, Edîbe Esmer, Bayram Akdûman, Felemez Bûlût, Zarîfe Bakir û Omer Yildiz.
Nehat zanîn kesên hatin binçavkirin, li ku derê tên girtin.