Li biniya Keleha Wanê dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dibe

Li Wanê, li gel qedexeya bi rêk û pêk a bi salan, li gel zext û zordariya giran, yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî tê pîrozkirin.

Pîrozbahî li biniya Keleha Wanê pêk tê. Bi deh hezaran kesî serî sibehê berê xwe dan qada Newrozê.

Pîrozbahiya ku bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê berxwedanê geş bikin, azad bibin" tê lidarxistin, bi kincên gelêrî xemiliye. Girseya gel alên HDP'ê hildane.

Pankarta bi nivîsa "Her ku hûn zêdetir faşîst bibin, em ê jî bêhtir li ber xwe bidin" bal kişand. Di çalaiyê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm tên qîrîn. Girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" tim û tim diqîre.

Bernameya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê bi deh hezaran kesî bi hev re gotin, "Bijî Serok Apo".

Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Sedat Duşunmez di destpêka pîrozbahiyê de axivî û xwest Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan bal kişand ser zext û zordariya li ser têkoşîna wan û hate ragihandin, ku dsthilatdarî bi êrişeke ku mînaka wê di dîrokê de nehatiye dîtin êrişî gelan dike.

Dogan got, "Li girtîgehan greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane, dewam dike. Divê kiryarên antî demokratîk ên li girtîgehan bi dawî bibin. Bi taybetî di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de divê tecrîda li ser civakê bi temamî bi dawî bibe."

Bi hezaran kes hîn jî diherikin qadê. Li gelek bendên kontrolê derbasî qadê dibin. Coşa Newrozê dewam dike.