Li Bexçeyên Hewselê rewşa cotkariyê gelekî xirab e

Haci Sûlar ku li bexçeyên Hewselê cotkariyê dike, diyar kir ku beriya niha berhemên xwe dikarîbû yekser li nava Sûrê bifiroşe, lê niha cihekî ku karibe bifiroşe nemaye.

Bi hezaran sal e Baxçeyên Hewsela Amedê giyan dide derdora xwe. Li rexekî Hewselê Çemê Dîcleyê, li rexekî wê jî Sûr a Amedê. Navbera Dîcle û bedenên Sûrê bihûştek şînahiyê heye. Di her demsalê de xwezaya Baxçeyên Hewselê rengên xwe diguherîne. Bi hatina demsala biharê re rengê kesk, sor, û zer ên biharê didin nîşandan. Darên spîndaran hemû xweşikiya xwe radixin ber çavan. Pelên daran ên kesk bûn, bêhna biharê dide hîskirin. Li aliyekî ava Çemê Dîcleyê diherike û li aliyekî jî Baxçeyên Hewselê ku bi warê xwe malovaniyê ji her cûreyên çûkan û sewalan re dike. Bêhna xwezayê ku ji Hewselê li derdora belav dibe, di nava Hewselê de dengê çivîkan û li ber Çemê Dîcleyê jî dengê beqan mirovan aram dike.

Cotkarê bi navê Hecî Sûlar ku 66 sal e di nava Hewselê de cotkariyê dike, bûye parçeyek ji xwezaya Hewselê. Sûlar di nava Hewselê de mezin bûye û demek dirêje qet ji nav Baxçeyê Hewselê de derneketiye. Di nava zeviya xwe de menzelek biçûk ava kiriye û her cureyên zîndiyan xwedî dike. Ji kêrvoşkan bigre heta bizin, mîh, mirîşk, elok, qaz, hesp, masî, mêşên hingivîn û kûçikan xwedî dike. Di nava zeviyê de dema Sûlar deng derdixe hemû zindî li dora wî kom dibe û ew di nava baxçeyê de wextên xweş û aram derbas dike. Sûlar dibêje, ew rojek ji nava baxçe de derkeve ew nikare li cihekê jiyan bike û got: “Ez hîna zarok bûme ez di nava Hewselê de me. Demekê ji ber zehmetiyên jiyanê neçarmam di nava bajar de bijîm û di wê demê de jî bi dehan nexweşî bi min re peyda bûn. Ev dîsa demek dirêje ez qet ji nava baxçe de dernkakevim û niha jî ti pirsgirêkên min tinene. Tenê niha nexweşiya şekir bi min re heye. Lê ez di nava Hewselê de aramim.”

‘COTKARÎ GELEK ZEHMET BÛYE’

Sûlar, li ser Baxçeyên Hewselê jî agahî dan û bibîrxist ku demên berê de Baxçeyên Hewselê ji bo Amedê  weke depoya sebzeyê ye dixebitî û wiha axivî: “Baxçeyên Hewselê bi hezaran sal e ji bo Amedê baxçeyên berhemdariyê ne. Di 4'ê Tîrmeha 2015'an de ketibû Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê. Firehiya Baxçeyên Hevselê 700 hektar e. Ev 66 sal in ez li virim. Berê ji çandiniyê hilberîneke baş me bi dest dixist lê niha nayê, mesrefê me dernaxe. Kesek alîkariyê jî bi me re nake. Berê me li vî bexçî firîngî diçand, kelem, roqa, tere, bexdenûz, xas, tivir te çi bigota li vêderê dihat. Lê niha cotkarên Hewselê bi xwe nikarin debariya xwe bikin. Li Hewselê êdî cotkarî gelek zehmet bûye.”

‘ZEBZE ÊDÎ BI KÊR NAYÊ’

Sûlar dibêje berê debara wan ji çandina ku dikirin dibû lê niha ew nikarin debara xwe bikin û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Berê me zebzeyên xwe difirot û pê debara xwe dikir lê niha en nema dikarin bîçîn. Çimkî zebzeyên me pere nake. Sala borî li van bexçeyan garis çandin ew jî xelas nekir. Niha li Bexçeyên Hewselê yê ji ber Pira Faqûlteyê dest pê dike û het Pira Dehderî tê tenê çend parçe hatine çandin. Hewsel mezin e, ma ne cihekî bi çûk e. Berê her xoxek ji van bexçeyan diha te qêmîş nedikir bixwara, nav û denge wan hebû. Devê çem hemû holîk bû. Milet ji xwe re zebeş diçandin. Her zebeşek lê diket te nikarîbû ji erdê rakirina. Lê niha kes nikarin biçîn e.”

‘KOKA WÊ ZIRERE’

Cotkar Hecî Sûlar gazincên xwe jî ji gel kir û ev tişt anî ziman: “Miletê me diçin ew zebze û fêkiyê serayan ên îtal dikirin ku nayên xwerin jî tev kimyasalin lê yên ji vê axê nastînin. Firingiyên me her hebek bi tehm û ekil e naçe bi yekê lê diçin yên ji derve tê dikirin bi 3-4’an. Tehma yên ji derve tên wekî ava sar e. Nayê xwerin jî. Ji ber wê em nikarin çandiniyê jî bikin. Koka wê zirar e. Ji bo çi emê bajon xwe têxin zirarê.”

‘CIHÊ KU BERHEM LÊ WERE FIROTIN TUNEYE’

Sûlar bal kişand ser talana dewletê ya ku wan mexdûr kiriye jî û wiha got:  “Piştî taxên li navçeya Sûrê hatin xerakirin hem bazara ku berhemên xwe lê bifiroşin belav bû û hem jî xaniyên wan xera bû.Berê berhemên kom dikir, raste rast li nava gelê Sûrê difirot û niha cihê lê berhemê xwe bifiroşe tune ye. Li nav Sûrê donimek ersa me hebû, yên bavê min, xalê min û xizmên me cuda. Malê me, xaniyê me lê bû. Me ji cih û warê me kirin û avêjtin kûçeyan. Tenê 120 hezar dan me. Yên derdora wan bûna, ji partiyek din bûna wê bidana lê tiştik nedan me. Niha li cihê me xaniyên nû ava kirine û difirojin milyonek pere.”