Li Bestayê wêrankirina xwezayê: Rojan e 300 ton dar tên birîn

Li Bestayê bi rojane bi destê leşker û cerdevan birîna daran pêk tê. Gundiyên li herêmê ragihandin ku rojane 300 ton dar tên birîn û ji bo bajaroka Sêgirkê tên veguhestin.

Di çarçoveya êrîşa dagirkirinê de birîna daran ku li herêmên Besta, Gabar, Cudî û Çiyayê Nimêjê dest pê kiriye bênavber didome. Cerdevanên ku ji navçeya Qileban a Şirnexê û bajaroka Sêgirkê tên şandin, li herêma Tîkera di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. Dîmenên ku li devera cerdevan daran dibirin hatine kişandin, talankirina xwezayê radixin ber çavan.

Cerdevanên ku di êrêşên herêmê de bi awayekî aktîf cih digirin, li herêma Bestayê daran jî dibirin. "Îhaleya" birîna daran a li Bestayê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat girtine û ji bilî cerdevanan zextê li gel dikin ku ew bî tev li birîna daran bibin.

Gundiyên herêmê ragihandin ku li herêma Tîkera rojane 300 ton dar tên birîn. Darên ku tên birîn bi traktoran ji bo devereke nêzî bajaroka Sêgirkê tên veguhestin. Hat hînbûn ku dar li vê derê ji aliyê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ve tên firotin.