Li Besnî bi fermana Qeymeqamtiyê karê lêgerîn û rizgarkirinê hate rawestandin!

Hate ragihandin ku li navçeya Besnî ya Semsûrê, tîman mirovên sax di binê kavilan de tespît kirin lê belê bi fermana Qeymeqamtiyê karê lêgerîn û rizgarkirinê hate rawestandin.

Bandora erdheja li Mereşê dewam dike. Eşkere bû ku karên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine astengkirin.

Li navçeya Besnî ya Semsûrê, kesek ku bi dilxwazî tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê bû, diyar kir ku li Sîteya 15 Temmû Şehitler a Besniyê tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Polonyayê li malekê zindî tespît kir, lê belê karên rizgarkirinê bi şev ji nişka ve hatin rawestandin.

Dilxwazê alîkariyê anî ziman ku sibehê careke din çûn qadê, lê belê zindî li herêmê nema bû û piştre cenaze ji binê kavilan hatin derxistin.

Dilxwazê rizgarkirinê diyar kir ku rewş ji rayedarên li wê derê pirsî ye, wan jî gotine ku Qeymeqamtiya Besnî biryara komkirina enqazê wergirtiye.

Hate ragihandin ku piştî vê biryarê, hin ji ajokarên makîneyên kar ên tevlî karê rizgarkirinê bûn, nerazîbûn nîşanî biryarê dan û ji Besnî çûn.