Li Bedlîsê sê rojan bi hezaran hektar şewitîn
Li Bedlîsê, şewata li daristanê sê roj in dewam dike. Ji bo vemirandina şewatê tiştek nayê kirin. Bi hezaran hektar şewitî.
Li Bedlîsê, şewata li daristanê sê roj in dewam dike. Ji bo vemirandina şewatê tiştek nayê kirin. Bi hezaran hektar şewitî.
Şewata li Bedlîsê 30'ê Tebaxê li herêma Ava Weqfê rû da.
Şewata ku ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin, gihîşt qada daristanî ya li ser rêya Bedlîs û Sêrtê.
Şewat êvara Sêşemê gihîşt gundê Hurmuzê yê navçeya Motkiyê û ji aliyê tîmên arkujiyê û xelkê herêmê ve hate astengkirin.
Şewat niha li quntara çiyayê Boz dewam dike. Li gorî çavkaniyên xwecihî, di nava sê rojan de bi hezaran hektar şewitîn.