Li Bedlîsê ji bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Walîtiya Bedlîsê ragihand ku ji bo 15 rojan li bajêr çalakî û xwepêşandan qedexe kiriye.

Li gorî daxuyaniya walîtiyê, heta 30'ê Hezîranê çalakî û xwepêşandan hemû hatine qedexekirin. Ji bo qedexeyê jî "yekparebûna dewletê", "şewb" û "bûyerên civakî yên gengaz" weke hincet hate nîşandan.

Hikumeta Tirk bi salan e li bajarên Kurdan bi rengekî kêfî qedexeyê radigihîne û terorê li gel dike. Qedexe li gelek bajaran 15 rojan carekê, 30 rojî carekê bi rengekî otomatîk dema wê tê dirêjkirin.