Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên KCK’ê didomin

Heyeta Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî ya Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê serdana Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîsta Kurdistanê ya Îranê (Komele) kir.

Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) yên bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê re ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî didome. Divê çarçoveyê de heyeta KCK'ê dibin serokatiya Berpirsê Peywendiyên Derve ya KCK'ê Serhed Varto li gundê Zirgwêz a Silêmaniyê serdana Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîsta Kurdistanê Îranê (Komele) kir. Heyeta KCK'ê ji aliyê Endamê Komîteya Navendî ya Komele Cemal Bizurg Pur û çend endamên din ve hate pêşwazî kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Komele Cemal Bizurg Pur têkildarî serdana heyeta KCK'ê ji ajansa RojNews’ê re axivî û wiha got: “Me di hevdîtina ligel heyeta KCK'ê de behsa yekîtiya netewî kir. Yekîtiya netewî em girîng dibînin. Çawa ku dagirkerên Kurdistanê li dijî Kurdan hev digrin, divê bi vî rengî Kurd jî li dijî dagirkeran hev bigirin.

 Hevalên me jî beşdarî şewra li Stockholmê bi hewldanên KNK'ê destpêkirî bûne. Me nêrîna xwe aniye ziman, nabe destê derve di nava hewldanên yekîtiya neweteyî de hebe û li jêr ezmûna partiyekê de be."