Li Başûrê Kurdistanê 12 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ku ji 11’ê Adarê ve daye destpêkirin, daxuyanî da.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî hêzên artêşa Tirk ku li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirker didomînin, di encama çalakiyan de 12 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyan ev agahî dan:

‘’5’ê Nîsanê saet 17.40’an artêşa TC’ê ya dagirker Tepê Lelikan û Tepê Kevortê yê di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de, bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov, bi balfirên şer bombe kiriye. Heman rojê saet 22.30’an artêşa Tirk a dagirker Tepê Lelikan û Kevrotê bi balafirên şer dîsa bombe kir. Piştî bombekirinan artêşa TC’ê ya dagirker bi skorskiyan leşker li girê Lelikan danî. Dema ku dijmin leşker danîn hêzên me li helîkoptêrê û leşkeran reşandin. Di encamê de helîkoptêrê derb xwar. Li vî girî di navbeyna hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî tund çêbû û dîsa bi balafirên şer ev gir hate bombekirin.

6’ê Nîsanê saet 10.00-11.00’an balafirên şer ên Tirk zinarên Evdilkofî û qada Ermûşê bombe kiriye. Heman rojê saet 15.00’an hêzên me bi ser yekîneyeke dijmin de çalakiyeke sabotajê kiriye û di vê çalakiyê de tespîtbûyî 10 leşker hatine kuştin.

7’ê Nîsanê saet 05.00-05.30’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li zinarên girê Lelikan û li derdora ava Lolanê xist. Heman rojê hêzên me saet 08.20’an li girê Elî Dirêj li dijî komeke leşkerên dijmin çalakiyeke sabotajê kiriye û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û  2 leşkerên dijmin hatine birîndarkirin.

Artêşa TC’ê ya agirker 11’ê Adarê operasyona dagirkirinê da destpêkirin û bi vê çarçoweyê li gire Lelikanê şer bi rengekî dijwar didome. Li dijî operasyona dagirkirinê ya artêşa TC’ê ya dagirker a li Başûrê Kurdistanê hêzên me yên gerîla berxwedaniyeke bêhempa nîşan didin. Artêşa TC’ê ya ku li dijî hêzên me nikare şer bike bi teknîkê dixwaze bi pêş ve biçe, hemû qadan bi rasthatinî bombe dike. Artêşa TC’ê ya dagirker ku ji hin hêzên xwecih û qoriciyên Gerdî destekê distîne hewl dide ku operasyona dagirkeriyê berfireh bike.

Êrîşên dagirker hê jî berdewam dikin, bi zanebûn gund û jîgehan dikin hedef û artêşa TC’ê wiha zorê li gundiyan dike ku koç bikin û armanc dike ku hemû qadê ji mirovan xalî bike.’’