Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê geş dibin

Li Başûr li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê didomin. Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku di greva birçîbûnê de ye rewşa wî giran e, got, ''Ez ê heta dawiyê bidomînim.''

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di roja 53'an de ji aliyê koma 27'emîn ve dewir hate girtin. Çalakgeran eşkere kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike wê çalakiya wan ji berdewam bike.

Ev 53 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê çalakiya gireva birçîbûnê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin berdewam dike. Çalakî îro ji aliyê koma 27’an ve hat dewir girtin.

Rewşa tendirustiyê ya Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ku ev 53 roj in di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe xirab dibe. Yadiz got,''Heta dawiyê ez ê çalakiya xwe bidomînim.''

Di dema dewrgirtinê de Hevserokê Nûnertiya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Abid Îke axivî û got: “Çalakgerên greva birçîbûnê gihiştine astekî krîtîk. Ji bo vê pêwîste hemû aliyek kar ji bo wê yekê bike da ku rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiye were başkirin û dawî li girtina endamên HDP'ê were anîn. Pêwîste parlamentoya Herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan li hemberî binçavkirina endam û alîgirên HDP’ê li Bakurê Kurdistan bêdeng nemîne û xwedî helwest be.


SILÊMANÎ

Çalakiya greva birçîbûnê ya Komeleya Karkerêm Mezopotamya li Silêmaniyê ji bo piştgirîkirina Parlamenttera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dayî destpêkirin ji aliyê koma 16'an ve dewir hate girtin.

Di çalakiyê de li ser navê çalakgerên koma 16`an Şefîq Yildirim axivî û çalakgerên çalakiyên greva birçîbûnê yên li parçeyên din yên Kurdistanên û Ewropayê silav kir û serkeftin ji wan re xwest û got:  "Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin çalakiya me wê berdewam bike."

 Yildirim, binçavkirina 50 kesên li Parka Azadî ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn binçakirin şermezar kir û got ku lîstokên mezin û qirêj li ser gel tên meşandin û divê bi ruhê yekîtiya neteweyî têkoşîn li dijî were xortkirin.

Çalakgeran bi dirûşmeyên,`Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok jiyan nabe` çalakiyê  dewir girtin.