Li Başûr ji bo PKK’ê 1 milyon îmze hatin berhevkirin

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyên qedexe’ li Başûrê Kurdistanê kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Komîteya ku kampanyayê koordîne dike, ragihand ku di nava 7 mehan de 1 milyon îmze berhev kirine.

Piştînîvro li Silêmaniyê Komîteya Berhevkirina Îmzeyan a ji bo Derxistina PKK’ê ji Lîsteyên Qedexe, têkildarî kar û çalakiyên xwe yên heft mehên derbasbûyî daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa planên xwe yên dema pêş kirin.

Endamê komîteyê Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî derbarê kampanyaya berhevkirina îmzeyan de wiha got: “Me di qonaxa yekem de kariye di nava heft mehan de 1 milyon îmze berhev bikin. Di nava kesên ku îmze dane de, ji bilî welatiyan gelek kesayetên rewşenbîr, hunermend  û kesayetên siyasî jî hene. Wê berhevkirina îmzeyan heta ku digihije çend milyon îmzeyan berdewam bike.”

Di dewamê de Pêncewînî aşkere kir ku wê di qonaxa bê de, berhevkirina îmzeyan bi rêya înternetê jî pêk were da ku hemû welatî bikarin bi hêsanî îmzeyên xwe bidin. Pêncewînî ragihand: “Piştî îmze hemû hatin berhevkirin, di dawiyê de ji bo ku PKK ji lîsteyên qedexe bê derxistin û Rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe, wê hemû îmze pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bê kirin.”

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Konseya Ewropayê bê derxistin, di 13’yê Kanûna 2021’an de bi pêşengiya Însiyatîfa Navneteweyî ya Ji Kurdan re Edalet, kampanyaya îmzeyan ku armanc dike 4 milyon îmzeyan berhev bike hate destpêkirin.

Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend û aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.

Heman kampanya roja 29’ê Çileya 2022’an bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn û siyasetmedaran li seranserî Başûrê Kurdistanê jî hatibû destpêkirin û heta niha jî berdewam dike.