Li Başûr ji ber ‘tupên gaz’ê gel rê ji trafîkê re girt

Gelê Başûrê Kurdistanê ji ber peydanekirina tupê gazê li Silêmanî rê ji trafîkê re girt.

Ligel ku Başûrê Kurdistanê herêmeke petrolê, berhemên ji petrolê nayên peydakirin. Yek ji van berheman jî fuel oîl,  gaz û tupên gazê ne.

Di demên dawîn de şîrketên tupên gazê hatin guherandin û ji ber vê jî gel nikare tupan peyda bikin. Gel ji ber peydanekirina tupên gazê rêya Arbat-Silêmanî ji trafîkê re girt. Gel got ku “Qaşo em herêmeke petrolê ne lê tupên gazê nayên peydakirin. Ev jî rewşa rêveberiya mE diyar dike.”

Tupê gazê li herêmê derdora 5-7 hezar dînarê Iraqê tê firotin. Ji ber peydanekirina demên dawîn bihayê wê bûye 25 hezar dînarê Iraqê û bi ser de nayê peydakirin.