Li Başûr amadekariya ji bo meş û xweşêndanên Efrînê dest pê kir

Li 8 bajarên Başûrê Kurdistanê wê ji bo Efrînê meş û xwepêşandan bên lidarxistin. Piştî ku bernameya çalakiyan hate eşkerekirin, amadekariyê dest pê kir.

KNK'ê piştî Kelar û Helebçeyê duh li bajarên Silêmanî, Koyê û Ranya yên Başûrê Kurdistanê civîn li dar xist û bernameya meş û çalakiyên ji bo Erînê yên li 8 bajarên Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Amadekariya ji bo çalakiyan dest pê kir.

Endamên KNK'ê ji bo meşên li bajarên Silêmanî, Kelar, Helebçe, Ranya, Koyê, Diyana, Hewlêr û Duhokê, li van bajaran dest bi kar kirin. Endamên KNK'ê bi vê armancê serdana malan, kargeh, saziyên fermî û nûnerên eşîran dikin. Çav li rê ye ku meş û xwepêşandanên li van bajaran bên lidarxistin girseyî bin û nerazîbûneke tund li dijî dagirkeriya Tirk were nîşandan.

Ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ve, gelê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan destekê dide gelê Efrînê.