Li Bane kolberek hate kuştin
Kolberekî Kurd li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.
Kolberekî Kurd li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.
11'ê Îlonê li herêma Hengejalê ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrişî komeke ji kolberan kirin.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de kolber Rizgar Mihemedzade (40) ku xelkê bajarê Seqizê û bavê du zarokan bû hate kuştin.
Heman rojê kolber Seîd Kerîm (30) jî di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû.
Her wiha hêzên Îranê li heman herêmê êşkence li kolber Mihemd Qaremanî û Siyamek Şikrî kirin.