Li Bane 2 kolber brîndar bûn

Hêzên dewleta Îranê li ser sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Li navçeya sînorî ya Hengejal a bajrê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê grubek kolberan bûn armanca guleyên hêzên çekdar ên dewleta Îranê.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê jî bal kişandiye ser wê bûyerê û navê kolberên hatine birîndarkirin wiha eşkere kiriye; Behmen Kerîmpenah yê xelkê Bane û Arman Resûlî xelkê Bukan.

Li gorî agahiyên heman torê her du kolberên birîndar rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.

Torê her wiha diyar kiriye ku di nava du hefteyên bihorî gelek hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên ser sînor ên Seyranbend û Nenor hatine bi cihkirin û pêşiya kolber û kasibkaran digirin û li wan dixin û êşkence dikin.