Li Bakurê Kurdistanê di şer de 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Parastina Gel (HPG) li Bakurê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di şer û çalakiyan de 22 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, gerîlayên HPG'ê li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

HPG'ê li ser şer û çalakiyên gerîla ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Hêzên me 1'ê Hezîranê saet 10'an, li dagirkerên li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Ji 6 baskan ve li çeper, stargeh û leşkerên li ser gir hate xistin û di encamê de stargehek û 2 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 11 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

2'ê Hezîranê saet 19'an, hêzên me li artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê Çelê xistin. Çalakî ji 2 baskan ve hate kirin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker ev demeke hewl dide ji geliyê Girana ber bi herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrg 'rêya ewlekariyê' çêbike. Hêzên me roja 2'ê Hezîranê saet 09:30'î li leşkerên ku rê çêdikirin xistin. Ji cihekî nêz ve li leşker û dozereke ku rê çêdikirin hate xistin. Di çalakiyê de wesayit û çekên tê de hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe tevî birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

31'ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me li geliyê Şehîd Bahoz yekîneyeke dijmin şopand û 1'ê Hezîranê saet 7'an li vê yekîneyê xistin. Derb ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

3'ê Hezîranê saet 2'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li geliyê Arê û derdora girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin."