Li Axşûnê 5 fedaî

Celalettîn Delîbaş di salvegera 42’emîn a şehadeta wan de qala 5 fedaiyên ku hevalên wî yên zaroktiyê û têkoşînê bûn kir ku her 5 hevalên wî çawa li hemberî îxanetê bi rûmet li ber xwe dane.

Celalettîn Delîbaş bi wesîleya salvegera şehadeta hevalên xwe Cûma Tak, Abdurahman Manap, Cûma Bozkoyûn, Sadûn Demîrkoç û Alî Çat ên ku ji aliyê çeteyên Mehmet Celal Bûcak hatibûn qetilkirin, ji ANF’ê re axivî.

Celalettîn Delîbaş

 

5 şoreşgerên Kurdistanê di Îlona 1979’an de ji bo ku biçin gundê Tezxerabê ji Hîlwanê didin rê, beriya ku bigihêjin Tezxerabê diçin Axşûnê. Li Axşûnê şer çêdibe.

Delîbaş derbarê bûyera li Axşûnê got “Cûma Tak, Abdurahman Manap, Cûma Bozkoyûn, Sadûn Demîrkoç û Alî Çat dikevin rê. Ev heval di pratîka têkoşîna Hîlwanê de bûbûn xwedî tecrube. Bi armanc û hestên şoreşgerî ketin rê.  Ji bo ku talan, cînayet û şêlandina ku Bûcak tevî dewleta Tirk dikin bidin sekinandin, gundiyan biparêzin û piştgiriyê bidin hevalên ku li bejahiya Sêwrekê têdikoşin, ew çûn wir. A rast wê biçûna gundê Tezxerabê û wê tevlî hevalên li wir bibûna lê li ser rêya xwe diçin Axşûnê û li wir şer çêdibe. Hevalên me bi nemerdî tên qetilkirin. Em di salvegera 42’emîn a şehadeta wan de ne.

Ev her 5 pênc heval ji Hîlwanê ne.  Cûma Tak û Alî Çat hevalên min ên dibistana seretayî bûn. Em ne di heman polê de bûn lê li Dibistana Seretayî ya Ulkuyê em bi hev re bûn. Ez Cûma Bozkoyûn û Sadûn Demîrkoç jî ji zaroktiya xwe ve nas dikim. Bi dehan şehîdên Hîlwanê hene. Hîlwan cihekî biçûk e, li gorî nifûsa xwe jî şehîdên wan zêde ne. Gelê Hîlwanê berdêlên giran da. Hê jî berdêlê dide. Têkoşîna li Hîlwanê di dîroka partiyê de xwedî cihekî cihê û girîng e. Serok Apo di serî de Mehmet Karasûngûr, Cemîl Bayik, Kemal Pîr û Mazlûm Dogan xebatên rêxistinî li vir kirine. Şehîdê pêşîn ê Hîlwanê Halîl Çavgun e. Piştî Hakî Karer jî şehîdê duyemîn Halîl Çavgun e. Heval Hakî di sala 1977’an de qetil kirin. Xwestin tevger nikaribe têkeve Kurdistanê. Heval Hakî gelekî çalak û xwedî bandor bû. Di salvegera şehadeta heval Hakî de, di sala 1978’an de jî heval Halîl qetil kirin. Polîsên fermî yên dewletê, kontrgerîla û çeteyan bi hev re qetil kirin. Çawa ku bi qetilkirina Hakî re xwestin pêşiya tevgerê bigirin ku nekeve Kurdistanê, bi qetilkirina Halîl Çavgun re jî xwestin tevger nekeve herêmê. Di her du êrîşan de jî şaş man. Bi qetilkirina Hakî û Halîl re têkoşîna şoreşger a çekdarî bi lez zêde bû, dakev nav gel û domiya. Di sala 1979’an de Şaredartiya Hîlwanê hate bidestxistin û sê hevalên jin bûn endamên encumeniyê. Di dîroka Kurdan de ev yekemîn e. Ev tê wateya şoreşê. Tevgera Apoyî jiyana azad a alternatîf li Hîlwanê di nav civakê de ava dikir. Yekemîn navçeya demokratîk a ku gel xwe û bajarê xwe bi rê dibir, Hîlwan bû. Ev gelekî girîng û dîrokî ye. Li Hîlwanê bi dehan hevalên şoreşger li ser vê zemînê rabûn. Ne bi tenê li Kurdistanê heval tevlî Têkoşîna Rizgariya Fîlistînê bûn û li wir jî ji bo gelên bindest şer kirin. Hinek hevalan li dijî Îsraîlê şer kirin, dîl hatin girtin û ji wan girtîgehên hovane firar jî kirin.”

Delîbaş diyar kir di têkoşîna Hîlwanê de kedeke mezin a Cûma Tak û şehîdên Axşûnê heye û got “Her 5 heval ji serî ve di nav têkoşîna Hîlwanê de bûn. Di warê leşkerî de xwedî tecrube bûn. Bi vê tecrubeyê  bi înisîyatîfa heval Cûma ketin rê. Wan ew der û erdnîgarî baş dizanîn. Jixwe heval Cûma li wir li Helebiyê ji dayik bûbû. Xalanê wî ji Qamûşekê bûn. Cûma Bozkoyûn, Alî Çat û Sadûn Demîrkoç jî ew erdnîgarî baş nas dikirin. Abdurahman jî ne xerîbê wê derê bû. Heke nehatine qetilkirin wê gelek nirx li têkoşînê zêde bikirina.”

ŞERÊ LI AXŞÛNÊ

Delîbaş li ser pêdiviya çûna Axşûnê jî got “A rast ev bûyer û bûyerên Sîwerekê di 30’ê Tîrmeha 1979’an de bi serdegirtina gundê Kirbaşi dest pê dike. Serdegirtina Kirbaşiyê ji bo bûyerên Sîwerekê destpêkek e. Ev serdegirtin li hemberî Mehmet Celal Bûcak serdegirtineke leşkerî bû.Wê M. Celal Bûcak bihata revandin. Ji ber sûcên wî yên li dijî gel wê bihata darizandin û wê li sûka Sîwerekê bihata cezakirin. Wê belavoka avabûna PKK’ê jî bihata belavkirin. Wê avabûna PKK’ê li hemî dinyayê bihata îlankirin. Armanc ev bû û wisa hate kirin. Hemû dinyayê avabûna PKK’ê bihîst. Çalakî bi aliyê xwe yê siyasî gihişt armanca xwe. Di warê leşkerî de negihişt armanca ku dihate xwestin û bi ser neket. Mehmet Celal Bûcak sax filitî. Mehmet Celal Bûcak serokê kesên alîgirên dewletê bû û jixwe axa bû. Bi eslê xwe ji Hezroya Amedê ne, 200 sal berê koçî Sîwerekê dikin. Du bavik li gundan jiyana xwe didomînin û bavikekî wan karên qirêj dike. Ew ji vî alî ne. Ji bo domandina têkiliyên xwe yên qirêj bi dewletê re ne. Di dema tevgera Şêx Seîd de jî bi dewletê re ne. Ji wê demê û vir ve di nav karên qirêj ên dewletê de ne. Mehmet Celal Bûcak li Sîwerekê serokê hemû tiştên xerab bû. Bi sedan zilamên wî yên çekdar hebû. Ew hevalê kontrgerîla, faşîst û polîsên tevgera taybet bû. Di heman demê de parlementerê Partiya Edaletê ya wê demê bû. Partiya Edaletê desthilatdar bû. Serokwezîr Suleyman Demîrel gotinên Mehmet Celal Bûcak bi cih dianî. Ji ber vê Tevgera Apoyî li wî da.

Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel û Mehmet Celal Bûcak

 

Dema ku sax filitî dest bi êrîşê kir. Roja dîtir girtin ser Erebûkê, mal talan kirin û gund şewitandin. Welatparêzê bi navê Şerîf qetil kirin. Jinek û zarok bi giranî birîndar kirin. Ji wan zarokan yek jê felç ma, niha dijî. Piştre girtin ser gundê Goktepe û sê kes revandin û piştre kuştin.  Ji ber ku dewlet jî bi hemû derfetên xwe bi wan re bûn, Mehmet Celal Bûcak êrîşên xwe zêdetir kir, li her derê tevî faşîst û dewletê  êrîşî partiyê û welatparêzan kir. Qetlîam kirin. Wekî li gundê Helîsê kerî û dewar talan kirin. Ji ber vê pêdivî çêbû ku divê mirov biçûya Tezxerab û Axşûnê.”

Delîbaş bal kişand ser wê demê û got “PKK di sala 1978’an de hate avakirin lê ji ber ewlekarî û sedemên cihê avabûna partiyê nehate îlankirin. Di 30’ê Tîrmeha 1979’an de bi serdegirtina Kirbaşiyê ya li hemberî Mehmet Celal Bûcak avabûna PKK’ê hate ragihandin. Belavoka avabûnê hate belavkirin. Tirkiye, Kurdistan û dinyayê avabûna PKK’ê bihîst. Heta wê demê wekî Telebe, Apoyî û beşeke biçûk jî ji me re digotin ‘Ukoyî’. Me ji xwe re digot ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ Piştî Tîrmeha 1979’an hemû çalakî li ser navê PKK’ê hate kirin.

Axşûn jî girêdayî Sîwerekê ye û gundê Tuysuzan e û ev jî eşîreke mezin e. Li Rihayê nêzî 70 eşîr hene yek ji van jî ya Tuysuzan e. Dostaniya me hebû. Ji nav Tuysuzan hevalên me yên şehîd û gazî hene.

Piştî serdegirtina Kirbaşiyê Mehmet Celal Bûcak jî digirt ser gundên Hîlwan û Sîwerekê û êrîşî gel dikir. Partiyê biryar da ku gel bipareze.  Hate rojevê ku bila Yekîneyên Parastina Partiyê biçin bejahiya Sîwerekê. Di katê duyemîn a mala ku me jê re digot ‘Mala Xaltiyê’ navê kesên wê biçin wir diyar bû. Berê navê min jî di nav navê wan 5 kesan de bû. Piştre biryar hate stendin ez li Hîlwanê bimînim û xebatên li Hîlwanê bikim wê baştir be.

Ji bo ku heval Cûma Tak, Abdurahman Manap, Cûma Bozkoyûn, Sadûn Demîrkoç û Alî Çat biçin plansazî hate kirin. Wê heval heta gundê Şahpelî bi wesayîtê biçûna. Ji Şahpelî wê Çemê Çamê derbas bikirina û biçûna bejahiya gundê Kopekê û ji wir jî biçûna gundê Tezxerabê. Înîsiyatîfa komê di destê heval Cûma de bû, wî ew der baş nas dikir. Kirmanckî jî zanibû. Gundê Şahpel jî 10-12 kîlometreyan dûrî navenda Hîlwanê ye. Jê re dibêjin gundê Mala Topêl. Gundê Yetkînan e. Di nav xwe de bi Tirkî diaxivin. Ji aliyê Gergerê hatine Hîlwanê. Şoreşger, şehîd û xayînên wan hene.

ÇÛNA AXŞÛNÊ

Heta wê derê bi wesayîtê em çûn. Li gund dawet hebû. Daweta şehîd Ahmet Yetkîn bû. Ji ber ku em her dem diçûn, bala kesî nehate ser me. Piştî ku em li wir man me xatir ji hevalan xwest. Heval piştî me çend rojan li gund dimînin. Baş nizanim çend rojan mane.  Bi meşê Çemê Çamê derbas dikin û gundê Kopekê li dû xwe dihêlin. Li nêzî gundê Înikê traktorekê didin sekinandin û bi traktorê diçin Axşûnê. Li wir diçin mala welatparêzekî bi navê Mihemed. Belkî Mihemed jî bi wan re bû baş nizanim. Min Mihemed nas dikir. Şîna Adnan Tuysuz heye, keça wî rehmet kiriye. Wê heval piştî sersaxiyê biçin Qamûşkê jixwe xalanê Cûma ji Qamûşekê ne. Dêya wî xaltiya Zînê ji wir e. Wê ji wir jî biçin gundê Tezxerabê. Ev jî gundê heval Mûzaffer e.

ZILAMÊN BÛCAK PÊŞIYA TRAKTORÊ DIGIRIN

Dema traktor vedigere, zilamên Bûcak pêşiya traktorê dibirin û zextan li wî kesî dikin dibêjin te kî bir Axşûnê. Bi dûrbînê lê nihêrîne, dîtine ku çi bûye. Şifêr jî dibêje ‘5 kes bûn, çekê wan hebû. Destê xwe rakirin û ez sekinîm. Yek jê Cûmayê Eynê bû. Min ew danîn Axşûnê û vegeriyam.”

Ev çete berê xwe didin Axşûnê. Li her derê bi pîspîskê zilamên xwe yên li derdorê kom dikin. Di nava demeke kurt de bi dehan çete dora gund digirin. Gundî haya hevalan pê dixin û şer dest pê dike.

Bi dirêjbûna şer re, zilamên Bûcak jî sê çar katan zêde dibin. Hemû jî di şerê kozikan de bûne pispor.  Adnan Tuysuz di dema şer de bi wan re diaxive û ji Cûma re dibêje “Hejmaran wan ji ya me zêdetir e. Ji gundên derdorê jî hatine. Wê hê jî werin. Derfetên me zêde tune. Em nikarin serî bi vana derxînin. Wê gund bişewitînin. Wê xisarê bidin zarok û jinan. Aliyekî gund vekiriye û hê negirtine. Hûn ji wir biçin. Em ê jî wan piçekî biştexilîin û em ê piştre biçin.

Cûma û heval dibêjin ‘Em we wisa di nav şer de nahêlin’ Şer dirêj û gurtir dibe. Zilamên Bûcak gelekî nêz bûne, dikin têkevin gund. Bi sedan kes in. Fîşekê hevalan jî li ber qedandinê ye. Êdî nikarin bireşînin. Piştre di nav xwe de diaxivin, wê têkevin xaniyekî û wê Adnan ji çeteyan re bibêje ‘Ji gund derketine’.

ALÎ TUYSUZÊ XAYÎN GILIYÊ HEVALAN DIKE

Adnan Tuysuz ji dûr ve bi wan re diaxive û dibêje ‘Li gund kesên xerîb tune. Hatin, xwarin xwarin û çûn. Hûn ji me çi dixwazin’. Jixwe hatine heta gundên derveyî gund. Tên ba Adnan û Adnan dibêje ‘Hatin piştre çûn. Me şer dikir. Li gund kesên xerîb tune’. Çeteyan qanih dike. Komên ji dûr xatir dixwazin û diçin. Bi tenê koma çeteyê bi Adnan re diaxive, dimîne. Ew jî dema ku dikin biçin, kesekî bi navê Alî Tuysuz dibêje ‘Adnan tu çima derewan dikî. Apoyî li mala Mihemed in. 5 kes in û her 5 jî çekên wan hene. Tu çima vî tiştî vedişêrî’

Adnan dema ku dike tiştekî bibêje serokê çeteyan li pîspîskê dike. Ev pîspîsk ji bo wan wekî şîfreyê ye. Komên ku dengê pîspîskê dibihîzin vedigerin gund û dora xaniyê Mihemed digirin. Cûma rewşê fêm dike û ji xwediyê malê re dibêje ‘Tu biçî em ê şer bikin. Tu rêyeke din nema’ Mihemed berê qebûl nake, piştre derdikeve diçe. Zilamên Bûcak bangî hevalan dikin û dibêjin ‘Teslîm bibin’. Heval jî dibêjin ‘Şoreşger teslîm nabin. Hûn bi xwe werin’. Dema ku wisa dibêjin çete guleyan li malê direşînin. Heval jî di malê de ne. Mal jî du sê ode û eywaneke wê heye. Li ber paceyan kîsên genim û arvan û alavên din bi cih dikin û şer dikin.

Çete dema dibêje ‘Teslîm bibin’ Cûma jî dibêje ‘Divê hûn teslîm bibin. Hûn ji bo Mehmet Axa û tirşikê şer dikin. Hûn ê belasebeb bimirin, lê em bimirin jî em ê ji bo azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê bimirin. Hûn dizanin Mehmet Axa çi dikin. Axa jî dewlet jî polîs û jendirme jî we dixapînin’. Çete êrîş dikin. Heval çend çeteyan birîndar dikin, ligel ku di xanî de asê mane jî li ber xwe didin. Wê demê agahiya şer digihêje Sîwerekê. Heval Riza Altûn tevî komek heval û welatparêzan bi qasî 15-20 kes diçin Axşûnê. Dema diçin dibînin ku dora Axşûnê hatiye girtin. Ji bo bala çeteyan bikişînin agir bi qadê dixînin. Şewat nêzî gund dibe lê bandora ku ew dixwazin pêk nayê. Ew jî şer dikin.

ÇETE AGIR BI MALÊ DIXÎNIN

Heval li malê bi awayekî serkeftî li ber xwe didin. Çete dema dibînin wê nikaribin bi ser bikevin agir bi xanî dixînin, hundir tijî dû dibe. Heval odeyê diguherînin lê piştre şewat digihêje eywan û odeyê jî. Ji ber ku alavên plastîk ên malê dişewitin, êdî bikarin bêhnê bistînin. Abdurahman li dora xwe direşîne û derdikeve hewşê. Dema ku Abdurahman diçe hewşê çete li wî direşînin û wî qetil dikin. Piştre Alî derdikeve, wî jî qetil dikin. Şer didome.

Piştî wextekê fîşekê hevalan diqede. Cûma dibêje ‘Fîşekê me qediya. Heke hûn mêr in fîşekan bidin me û em şer bikin.’ Serokê çeteyan dibêje ‘Derkevin derve em ê we nekujin. Her du Cûma û Sadûn çekên xwe parçe dikin, diavêjin nav agir û derdikevin derve. Wan dixin navbera xwe û wan dixin dampera traktorê. Yên din jî cenazeyê Alî û Abdurahman dixin damperê. Traktor bi rê dikeve. Adnan ji Alî Tuysuz re dibêje ‘Nalet li te bê, sersebeba van tiştan tu yî. Te mala me xera kir.’

Piştre bi traktorê wan dibin gundê Çatokê. Ev der gundê Mala Hesenê Hesê ye. Paşnavê wan an Gulel e an jî Guler e. Ew û Bûcak ne li hev in lê hêza wan têr nake. Hevalan dixin odeya gund û hemû zilamên navdar ên Bûcak li odeyê kom dibin. Li ser pirsên cihê heval Cûma qala dîroka Kurdistanê, rastiya gelê Kurd, mêtingerî, feodalîzm, eşîrparêzî, çetetî, şoreşgerî û nirxên giştî yên mirovahiyê dike. Qala hinek welatan û şerê rizgariyê yê gelan dike. Serçeteyek dibêje ‘A rast em jî dizanin hûn rast dibêjin û hûn ji bo gelê Kurd şer dikin. We xwendine û we dîtiye. Lê axa bibêje çi em wî tiştî dikin. Li jor Xwedê li jêr jî axa heye. Axa bibêje bimire em ê bimirin, bibêje biçin bikujin em ê bikujin.’ Axa li ber çavê wan Xwedayekî li erdê ye. Axa çi bixwaze wê dike. Bi qasî ku ji axa ditirsin ji Xwedê natirsin.

Bi şev zilamên Bûcak êdî diçin. Mihemedê Zelê û çend kes nobeta hevalan digirin. Mihemedê Zelê bi qestî nobet girtiye. Piştî ku kes li derdorê namîne bi Cûma re diaxive û qala hevdîtina bi me re dike. Mihemedê Zelê dibêje ‘Min berê jî gotibû heke hûn wî bikujin  ez bi we re me, lê heke hûn wî nekujin ez ê fîşeka pêşîn bera we dim.’

Çend meh beriya serdegirtina Kirbaşiyê, ez Salîh Kandal, Cûma Tak û Mehmet Ogaç em li gundê Aslanî bi Mihemedê Zelê re rûniştibûn, ew ji Mehmet Celal Bûcak re dixebitî, mecbûrî vî tiştî hatibû kirin. Mehmet Celal Bûcak birayê wî kuştibû lê dîsa jî neçar mabû bibe çete. Lê hestên wî yên tolhildanê jî hebû. Heval Cûma bi vê rewşê dizanibû û ji ber vê ev hevdîtin kiribû. Salîh Kandal û bi taybetî heval Cûma pê re zêde axivîbû. Wî jî ev gotin ji me re gotibû. Heval Cûma jî dibêje ‘Çalakî bi aliyê xwe yê siyasî gihişt armanca xwe. Avabûna partiyê hate îlankirin. Hemû Tirkiye, Kurdistan û dinyayê PKK bihîstin. Ev tişt bi ser ket lê di warê leşkerî de pirsgirêk çêbûn. Ew sax filitî, ev nayê wateya ku em neheq in.’

Heta sibehê diaxivin. Piştre ji Cûma re dibêje ‘Cûma bi rastî jî tu hevalekî hêja yî. Te daye ser rêyeke ku tu jê bawer dikî. Te xwendiyî û tu bûyî mamoste. Diyar e ev kes wê çi bînin serê te. Heyfa te. Ez naxwazim tu bimirî. Ez xal û kalikê te nas dikim. Ji paceyê bireve. Em ê li pişt re fîşekan bera hewayê bidin û bibêjin reviya.’ Cûma dibêje ‘Na ez nikarim hevalan li vir wisa bihêlim’ û qebûl nake ku bi tenê serê xwe bireve. Mihemedê Zelê dibêje ‘Temam tu dizanî. Ji xeynî wê tiştek ji destê min nayê.’ Beriya ku ji odeyê derkeve dibêje ‘Tu tiştekî dixwazî?’ Cûma dibêje ‘Na, xewa min tê. Ez dixwazim razêm’

Dema Cûma radizê Mihemedê Zelê di ber xwe de diaxive û dibêje ‘Bi rastî jî tu mêrxas î. Tu dizanî tu yê bimirî lê dîsa jî bi aramî radizê.’ Dema ku hevalên din jî radizên, Mihemedê Zelê diçe. Zilamên wî yên din li derve nobetê digirin. Piştî ku roj hiltê, dîsa li ber odeyê kom dibin. Axa biryar daye wê hevalan bikujin. Heval encamê texmîn dikin lê nizanin wê çawa were kirin.

Piştre hevalan derdixînin derve û wan li traktorê siwar dikin. Wê demê yek diqîre û bi kaleşnîkofê gule li heval Sadûn direşîne û heval Sadûn li wir şehîd dikeve. Cûma dibêje ‘Hûn gelekî nemerd in. Ev tişt li şoreşgerekî bêçek nayê kirin’ . Bi qasî ku di bîra min de maye, yê ku li heval Sadûn daye navê wî Îzzet bû.

Piştre hevalan li traktorê siwar dikin. Cenazeyê Alî û Abdurahman jî di damperê de ye, yê Sadûn jî dixin damperê. Dema digihêjin ber çemê Firayê Cûmayan dadixînin û fîşekan li wan direşînin. Cenazeyê wan diavêjin Çemê Firatê. Hinek kes dibêjin li Pêrisê / Pira Kolikê li hevalan direşînin lê ev agahî nehate piştrastkirin.”

TOLHILDANA HER 5 ŞOREŞGERAN

Celalettîn Delîbaş diyar dike ew wê demê li Hîlwanê ne û rojeke din haya wan ji bûyerê çêdibe. Delîbaş got “Dema ku me bûyer bihîst, komên me yên leşkerî ketin tevgerê. Me girt ser gundên di bin kontrola Bûcakan de. Me kahyayek û çeteyek tevî çekê wan girt, me her du anî Hîlwanê. Dema ku bala hevalan belav bû, kahya Heval Bedran dehf da û reviya. Hevalekî li kahya da û kahya ket çala tûwaletê. Wê hefteyê û piştî wê li bejahiya Hîlwana û Sîwerekê bi dehan çalakî û şer hate kirin.

Celalettîn Delîbaş (ê bi rih) û Saît Kiliç

 

Wê demê gundên welatparêz ên li kêleka Firatê gotin cenaze dîtine. Li cihên cihê yên Firatê tevî gundiyên welatparêz cenazeyên Sadûn Demîrkoç, Cûma Bozkoyûn û Abdurahman Manap hate derxistin. Sadûn û Cûma li Hîlwanê û Abdurahman jî li gundê Xuşxuşikê bi girseyî hatin veşartin. Cenazeyê Alî Çat jî nehate dîtin.

Veşartina cenazeyê Cûma Tak

 

Ez qala aqûbeta Alî Tuysuz jî bikim. Piştî bûyera li Axşûnê baweriya xwe bi dewlet û jendirmeyên bi xwe re tîne û tê Sîwerekê. Haya hevalan jê çêdibe û dikevin tevgerê. Sê hevalên milîtan ên di warê leşkerî de xwedî tecrube ne, xwe digihînin posteya gund a ku Alî Tuysuz jî tê de ye. Hevalek çavdêriyê dike û du heval ber bi wesayîtê diçin. Alî Tuysuz ji ber du jendirmeyên ligel xwe, ji xwe bawer be. Hevalek bi lez nêzî wesayîtê dibe û li Alî Tuysuzê di navbera du jendirmeyan de dide. Jendirme dikevin panîkê û direvin, Alî Tuysuz jî tê kuştin. Heta ku jendirme bi ser xwe tên, heval direvin.  Piştî demekê tê fêmkirin ku kê ji bo çi Alî Tuysuz kuştine. Ev bûyer li Sîwerek û Hîlwanê gelekî deng vedide.

Li gorî min her gel xwedî maf e ku îxanetkarên xwe ceza bike. Divê îxanet bêyî ceza û qehremanî jî bêyî xelat nemîne. Di şexsê şehîdê Axşûnê de ez hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim.