Li Avaşîn û Metîna 9 dagirker hatin cezakirin- NÛ BÛ

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Avaşîn û Metîna pêk anîn de 9 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser berxwdana gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyayek da.

HPG’ê ev agahî da:

“Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan wiha ne;

“21’ê Gulanê saet 08:00’an li dijî dagirkerên li Girê Koonferans ê Herêma Avaşîn çalakiyeke ya veşartî hatiye kirin. Demek dirêj bi veşarî ketine nava dagirkerên gir, li bejahiyê yekîneyek ya dagirkeran hatiye ferqkirin. Li vê yekîneyê hatiye dayîn û bi qasî hate zelalkirin dagirkerek hatiye kuşti. Hemwext li dagirkerên li li çeperan bûn hatiye xistin. Piştî çalakiyê û şûnde tevgera dronan zêde bûye.

21’ê Gulanê saet 12:00 gerîlayan ji du baskan ve bi awayekî kordîneyî li dagirkerên li Girê Konferans a li herêma Avaşîn çalakiyek kirin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi roketan li çepera ku 4 dagirker lê bûn kirin hedef û lêdan, li vir 4 dagirker hatin cezakirin, çeper bi temamî hate rûxandin. 2 dagikerên din ên li çeperek din jî hatin hedefkirin û lêdan, li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin û çeper hate rûxandin. Baskê duyemîn jî, li çeperên din dan û derb li çeperan dan.

21’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Dola Konferansê ya girêdayî Avaşîn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Li vir dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran çeperên şer û devera Dola Konferansê bombe kirin, qedemeyek paşve vekişiyan.

21’ê Gulanê saet 14:30’î dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê bi çekên giran hatiye hedefkirin û lêdan.

22’yê Gulanê saet 11:00’an bi çekên giran li dagirkerên li Mamreşo ya Avaşîn hatine hedefkirin û çalakiyek hatiye kirin.

Çalakiyên di çarçoveya Pêngava Cenga Xabûrê de wiha ne;

20’ê Gulanê dema dagirkerên li Boxaza Orê ya herêma Metîna ketin tevgerê bi taktîka sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar ûbne nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê û şûnde dagirkeran gireke ku girtibûn berdan û vekişiyan.

20’ê Gulanê saet 19:30’î li dijî dagirkerên li Girê Azad a herêma Metîna çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a bi helîkopter û balafirên şer a li ser Herêmên Parastina Medyayê didomin.

Kitekitên êrîşan wisa ne;

Di 21’ê Gulanê de saet di 12.15 û 13.00’an de bejahiya gundê Sêdarê ya qada Meyrokê ya Garê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.

Di 21’ê Gulanê de saet di 13.20, 14.15 û di 22’ê Gulanê de saet di 08.55 û 10.10’an de Girê Zendûra ya herêma Metînayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 21’ê Gulanê de saet di 21.25 û 22.30’an de, di 22’ê Gulanê de saet di navbera 01.10 û 02.30’an de helîkopterên Skorsky leşker anîne qedên Mam Reşo, Mervanos û Şûkê ya Avaşînê.

Di 21’ê Gulanê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de helîkopterên êrîşê li qadên Herfa T û Qela Bedewê ya Zapê dane û bi helîkopterên Skorsky leşker anîne qadê.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”