Li Artemêtanê faşîzma YSK’ê hate protestokirin, polîsan êrîş kirin

Tevî ku şaredariya Artemêtanê HDP’ê bi destxistiye, lê bi hinceta BHQ’ê şaredariyê didin AKP’ê ya windakirî. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê ev hate protestokirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinê bi hêceta Hevşaredara Navçeya Artemêtanê ya Wanê bi BHQ’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 rêjeya dengan bi ser ketibûn.  YSK’ê biryar da ku wê mazbata bidin namzetê partiya bûye duyemîn.

Rêxistina HDP’ê ya Artemêtan û Hevşaredar Sayyigît û Ozer û komek HDP’î çûn ber avahiya Şaredariya Artemêtanê û xwestin biryara YSK’ê şermezar bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Sayyîgît diyar kir ku 31’ê Adarê vîna gel carekî din hatiye xespkirin, di dema axaftina xwe didoman de polîsan êrîşî girseyê kir.

Sayyîgît tevî êrîşê anî ziman ku têkoşîn tenê bi şaredariyan re sînordar namîne û wê li her qadê jiyanê têbikoşin.

Aloziya li ber derê şaredariyê dewam dike.