Li Amediyeyê di çalakiyê de 9 leşkerên Tirk mirin
Li Amediyeyê di 16'ê Gulanê de li dijî 2 wesayitên artêşa Tirk çalakî hatibû kirin û hate ragihandin ku di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin, 21 jî birîndar bûne.
Li Amediyeyê di 16'ê Gulanê de li dijî 2 wesayitên artêşa Tirk çalakî hatibû kirin û hate ragihandin ku di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin, 21 jî birîndar bûne.
Li herêma Suwara Tuka ya nêzî bajarokê Sersingê yê Amediyeyê, 16'ê Gulanê saet 11:30'î li dijî 2 wesayitên artêşa Tirk çalakiyek hatibû kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyan ji çavkaniyên xwecihî werdigire, di teqînê de 9 leşkerên Tirk mirine, 21 jî birîndar bûne.
Hate ragihandin, yek ji leşkerên birîndar bûn efserekî artêşa Tirk bû û li Tirkiyeyê li nexweşxaneyê miriye.
Heta niha kesî berpirsyariya çalakiyê li xwe negirtiye.