Li Amedê xizmê berxwedêran li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn

Li Amedê bi sedan xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê bi pêşengiya dayikan li hev civiyan; çalakiya rûniştinê û meş pêk anîn.

Xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê bi pêşengiya Dayikên Laçikspî, ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên li dijî tecrîdê, çalakî pêk anîn.

Dayikên berxwedêrên girtî, nêzî Parka Koşuyolu ya navçeya Baglar a Amedê, cara 24’an li hev civiyan.

Welatiyên ji Êlih, navçeyên Amedê Lice, Farqîn û Bismilê hatî jî ji bo piştgiriya dayikan tevlî çalakiyê bûn.

Her wiha wekîla HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, rêveberên HDP û DBP’ê jî piştgirî dan çalakiya dayikan.

Polîsên Tirk, dayik xistin dorpêçê, hewl dan ku pêşî li çalakiya dayikan bigire. Lê belê dayikan bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana dayikan", "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.