Li Amedê tecrîda li Îmralî tê protestokirin

KCD, TJA, BDP û HDP li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî dike. Polîs dixwazin çalakiyê asteng bike.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek rêxistinên civakî ya sivîl ên bajar, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê lidar dixin. Parlementer û hevserokên ku li Kolana Hunerê hatin ba hev, polîsan pêşî li wan girtin û rê nadin ku daxuyanî bidin, bi bendan ketin û derketina Kolana Şaîr Sirri Hanim û Camî yên diçin Kolana Hunerê girtin. Li dorî Kolana Hunerê bi sedan wesayîtên zirxî û hatin bicihkirin. Her wiha polîsan dor li avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê jî girtiye.

Rê nayê dayîn ku gel ber bi Kolana Hunerê ku wê daxuyanî lê bê dayîn ve biçin. Bendewariya Hevserok KCD’ê Berdan Ozgurt, aktivîstên TJA’yê, Hevserokên DPB’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Remziye Tosun, Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Îmam Taşcîer, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiya ya li Kolana Hunerê didome.

Agahiyên zêdetir tên..