Li Amedê sindoqên 68 taxan bûn yek

Li gorî biryara yekkirina sindoqan a Lijneya Hilbijartinê ya Bilind li 68 gundên ku di asta taxan de ne ew ê sindoq bibin yek. Biryar hate dayîn ku sindoqên li Licê jî bila li herêma polîsan were danîn!

Rejîma AKP-MHP’ê ji tirsa ku ew ê hilbijartina di 24’ê Hezîranê de têk biçe, bi rêya walîtiyan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û xwest gelek sindoqên li Kurdistanê werin veguheztin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryar da ku bila sindoq bibin yek.

HERÊMÊN KU BÛNE YEK

Li gorî vî tiştî biryara ku bila taxên Karapinar, Ağıllı, Kılavûztepe yên Bismilê bi Taxa Fatîhê bibe yek, hate redkirin. Biryar hate dayîn ku bila sindoqên li taxên Meydan, Bolumlu û Karapinarê li Taxa Turkmenhaci, yên Taxa Kûrûdegîşmenê jî li Taxa Fatîhê werin danîn.

Li Pîranê ew ê sindoqên taxên Gundogdu, Kayi û Kûrûdereyê li taxa Yokûşlûyê, yên li taxên Kûrşûnlû û Taşagilê li Lîseya Anadolûyê ya Necatî Ceylan, ya taxa Bîçerê ew ê li Yeşîlsirtê, ya mezraya Çayustu ew ê li taxa Başkoy, a taxa Ankoyê ya mezraya Ordûlû û taxa Kaygisiz a mezraya Karagomruyê ew ê li taxa Uzumlu ya mezraya Gunduzê were danîn.

Li Hezroyê ew ê sindoqên taxa Çîtlîbahçe li taxa Ormankayayê, yên taxa Mûtlûcayê ew ê li Koçbabayê, yên taxa Kûlaçtepeyê li taxa Încekavakê, yên taxa Bayiduzu ew ê li taxa Yazgi, yên taxa Bîçîmlî û Reşikê ew ê li taxa Gozluyê, yên taxa Sarierîkê ew ê li Taxa Kavaklibogazê, yên taxên Ûzûnargit, Kûşadami û Bagyûrdû ew ê li Lîseya Hezroyê were danîn.

Li Pasûrê jî sindoqên li taxên Yeşîlkoy, Tepecîk, Karabûlak, Demîrlî, Taşkopru, Duzce, Guleç, Çûkûrca, Gulluk, Kûrûdere, Kaynak, Elmali, Ûygûn û Bagcilarê hatine veguheztin.

Li Licê jî sindoqên li taxên Daralan, Bûdak, Baharlar, Guldîken, Abali, Ergîn, Kiralan, Tûzla, Baglan, Çavûndûr, Dolûnay, Esenler, Ortak, Ûçarli û Yalazayê li taxên din ew ê werin danîn.

Lê Hênê jî sindoqên li gundên Okûr, Suslu, Gomeç, Kalaba, Çaldere, Dolapdere, Ormandişi, Babakaya û Altinkûmê hatine veguheztin.

Li Farqînê jî sindoqên li Kayadere û Uçbasamakê hatine veguheztin.

HEDEF DENGÊN HDP’Ê YE

Bi veguheztina sindoqan dixwazin hilbijêrên li Kurdistanê nikaribin dengê xwe bidin. AKP dixwaze ku gel li derveyî herêma xwe dengê xwe bide û bi vî awayî AKP-MHP dixwazin dek û dolabên xwe bi awayekî sîstematîk bikin.

Hilbijêrên Kurd jî diyar dikin zext çiqasî hebe jî ew ê dengê xwe bidin.