Li Amedê sekn li namzetên HDP'ê nabe

Namzetên HDP'ê ku li çar aliyên Amedê ji bo hilbijartinê dixebitin, di mijara barkirina sindoqan de agahiyê didin gel.

Li Amedê, di çarçoveya karê hilbijartinê de namzetên HDP'ê serdana mal û esnafan dikin û buroyên hilbijartinê vedikin. Namzetê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier li kolana Cento ya navçeya Baglarê serdana esnafan kir.

Taşçier piştî serdanê axivî û got, "Mîadê AKP'ê qediya ye. Amedî ji bo navê vê partiyê li Amedê nehêlin wê biçin ser sindoqan. Li gel zext û zordariya giran jî em xwe bi xurtî ji tevlî hilbijartinê dibin. Yekane sedema vê jî îradeya xurt a gelan e."

Namzeta HDP'ê Remziye Tosûn jî serdana malan kir. Tosûn ji aliyê jinan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin û piştre çû serdana esnafan. Her wiha li buroya hilbijartinê ya partiya xwe bi gel re rûnişt.

Namzet Semra Guzel û Salîha Aydenîz jî li Erxeniyê serdana Nexweşxaneya Dewletê û dermanfiroşan kirin.

Mûsa Farisogûllari li Pasûrê, parlamenter Sîbel Yîgîtalp jî li Çinarê karê hilbijartinê kirin.

Namzet Selçûk Mizrakli jî li Farqînê serdana gundan kir û got, "Em ê serdana hemû gundên Amedê bikin." Namzetê HDP'ê Mehmet Temîzyuz jî li Bismilê li buroya hilbijartinê bi gel re rûnişt û piştre serdana kedkarên pîşesaziyê yên li herêma Oto Sanayî kir.

Parlamenterê HDP'yî Taşçier li Baglarê tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya taxa Bagcilarê bû.

Yek ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdurrahîm Dûrmûş jî li Peyasê serdana Dayikên Aştiyê û welatiyên 5'ê Hezîranê di mîtînga "mirovahiya mezin" a HDP'ê de ji ber êrîşa bombeyî birîndar bûn. Dûre tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya li kolana Mûsa Anter bû.